Anasayfa > Günün Haberleri > Sitene ekle > Arşiv > İletişim > Künye > Reklâm
__________________________________________________________________________________________
Güncel -
Spor - Siyaset - Ekonomi - Medya - Polemik - Dünya - Teknoloji - Sağlık –Kültür Sanat- Eğitim – Röportaj – Reklâmlar

   Üyemiz Değilseniz! Tıklayın   YENİ HABER, NÛÇA NÛ (08) HER BÎJI KURDİSTAN     YENİ HABER, NÛÇA NÛ (11) HER BÎJI KURDİSTAN   Musul sorunu demokratik ulus ve ortak şehir yaklaşımıyla çözülür   YENİ HABER, NÛÇA NÛ (14) HER BÎJI KURDİSTAN   Hüseyin Akinci:Barış Cümlesinin Anlamsızlaştığı Bir Coğrafyadayız   YENİ HABER, NÛÇA NÛ (12) HER BÎJI KURDİSTAN   Aydın Engin:Bu hukuki değil siyasi bir dava   Diyarbakırlılar:Muhatap alınmasak da barışı istiyoruz   YENİ HABER, NÛÇA NÛ (11) HER BÎJI KURDİSTAN
Onur Yazarımız

Konuk Yazarlar

Ana Menü
 
Ana SayfaAna Sayfa
    Ana Sayfa

    Konu Başlıkları
    Haber Gönder
    Haberler
Diğer Başlıklar
    Evo UserBlock
    Yazarlar
    Site Haritası
    Haber Arşivi
    Yönetici Notu
    Reviews
    Tavsiye Et
    NukeSentinel
    İletişim Formu
    Sorularınız
Üyeler
    Üye Bilgileri
    Üye Hesabınız
    Üye Listesi
    Üye Grupları
    Özel Mesaj
Birlikte
    Forumlar
    Destekleyenler
    Anket
    Arama
Sayfa İstatistikleri
    Top 10
    İstatistikler
Linkler
    Yararlı Programlar
    Web Siteleri

Arama
 



Bağış - Reklam
Sitemizin yaşaması ve daha iyi bir içerikle yayın hayatına devam etmesi için reklam ve bağışlarınıza ihtiyacımız var. Lütfen Buraya Tıklayarak bizimle ilişkiye geçin... Şimdiden teşekkür ederiz....

Top 10 Links
 

Günün Haberi
 
Bu gün için henüz önemli bir haber yok.

 
Medya

Li Koln’ê bi deh hezaran kes beşdarî Festîvala Serxwebûnê bûn-28.08.2017

Kurdan li Almanya’yê li bajarê Kolnê li meydana Heumarkt, ji bo piştgirîya Referandûma Serxwebûnê festîvaleke mezin çêkirin.

PDK, HAK-PAR û KOMKAR jî di nav de, gelek rêxistinên siyasî û sazîyên sîvil dest dan hev û festîvaleke serkeftî pêkanîn. Festîval bi beşdarîya deh hezaran û bi şahî û kelecaneke mezin çêbû.

Di destê wan da bi hezaran alayên Kurdistanê qefle qefle kurd, mêr û jin û zarok, ciwan kişîyan meydanê. Coş û kelecana wan, bang û sirûdên wan dîmeneke hêja radixist ber çavan.

Di serî da ji Almanyayê, ji gelek welatên nêzîk terefdarên HAK-PAR û KOMKARê jî bi girsî beşdar bûn.

Kurdên Ewropayê li Kolnê bi dengekî bilind piştgirîya xwe dan Referandûma Serxwebûnê.

Ji festîvala Kolnê re silavnameyeke Serokê Herêma Kurdistana Başûr birêz Mesud Barzanî hatibû. Mesja Barzanî ku ji alî nûnerekî ’’Komela Dostîya Kurd û Almanan’’ ve hat xwendin, bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.

-

Gotinên ku di mesaja Serok Barzanî de ji beşdaran re xîtab dikir weha bû:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Amadebûyên birêz, Xûşk û birayên min ên xoştevî,

Gelek cihê keyfxweşî û hêviyê ye, ku hejmareke mezin a keç û xortên gelê me li derve ji bo piştevanîkirina serxwebûna gelê me li vir civiyane û ez destxweşiyê li we dikim û spasiya we dikim. Dengê we piştgermî û hêzê dide xûşk û birayên we yên li Kurdistanê.

Îro milletê me li hember qonaxeke gelek hestyar de ye, di 25ê Îlona îsal de referandom tê kirin, da ku gelê Kurdistanê biryarê li çarenivîsa xwe bide û ber bi serxwebûnê ve pêngav bihavêje.

Biryara referandomê biryara gelê Kurdistanê ye, biryara hemû pêkhateyên netewî û olî yên Kurdistanê ye û serweriyeke din a mezin e di dîroka xebata rizgarîxwaza Kurdistanê de.

Referandom armanc nîne, belku wesîleyek e bo gihîştin bi armanceke mezintir ku serxwebûn e, ev jî tenê bo xelkê kurd nîne, ji bo hemû wan netew û olan e yên ku li Kurdistanê dijîn.

Gelê me li Başûrê Kurdistanê bi mercê şirîkatiyê jiyaneke bi dilxwaz li gel dewleta Iraqê hilbijart. Piştî sed salî para gelê Kurdistanê ji wê şirîkatiyê, êş û enfal û kîmyabaran û jenosîd û qirkirin bû. Hemû hewlên me li gel dewleta Iraqê bê encam bûn û ew mafên ku xweda bexşiye mirov, ku jiyan û azadî ye, li me hat zewtkirin, gelê Kurdistanê jî bindestî û paşkoyetiyê qebûl nake, ji ber wê di niha de bi heman şêwaza şaristanî û demokratîk gelê Kurdistanê li berdem du bijardeyan dibe, yan mana li gel dewletekê ku hertim hewla ji nav birina me dide, yan avêtina pêngavan ber bi serxwebûn û serfiraziyê ve.

ê Zêdebarî hemû wan karesatên ku hikûmetên Iraqê anîne serê Kurdistanê, piştî rûxana rejîma Beisî, Kurdistanê hemû hewlên xwe da ji bo avakirina iraqeke nû ya federalî û demokratîk li ser bingeha şirîkatî û lihevkirinê, lê belê hemû hewl bê encam bûn, rêkevtin hat kirin û hat binpêkirin, yasa hat danîn û nehat cîbicîkirin, pabendbûn bi destûrê nehat kirin û hat binpêkirin, heta ku gihîşte wê yekê ku nanê xelkê Kurdistanê bibirrin. Hêşta ferhenga înkarkirinê û bi kêm dîtina gelê Kurdistanê serdest e. Ferhengek ku şirîkatiyê qebûl nake. Gelê Kurdistanê ji mana li gel Iraqê bê hêvî bûye û êdî naxwaze ezmûnên şikestxwariyên berê dubare bike û neçar jî nîne ku heta hetayê paşko be û çav li ser mafên xwe bigire.

Em daxwaza tişteke asayî û yasayî dikin. Gelê Kurdistanê dixwaze bi rêya aştiyê û dûr ji tundûtîjiyê bigihîje mafên xwe û baştirîn pêwendî li gel Iraqê û cîranan û welatên herêmê hebe. Armanca referandomê gihandina peyam û xwasteka hevwelatiyên Kurdistanê bi cîhaniyan e ku serxwebûnê û aştiyê dixwaze.

Gelê Kurdistanê ji bo ku bikare xwe biparêze û di aştiyê de bijî û ber bi pêş ve biçe, pêwîstî bi serxwebûnê heye. Gelê Kurdistanê ji bo ku bikare xwe ji şer û arîşeyên li Iraqê biparêze, divê xwediyê serweriya xwe be. Ji ber wê baştir ev e ku Kurdistan û Iraq bibin du cîranên baş, da ku arîşeyek mezintir di navbera wan de çê nebe û êdî em her du alî di alozî û tirsê de nejîn.

Ezîzên min...

Millet xwediyê nêrîn û helwesta xwe ye û divê ew derfet bi xelkê Kurdistanê bihê dan ku biryara xwe bide û nêrîna xwe bîne ziman. Tekane dermanê hemû derdên me û tekane garantiya dubarenebûna karesatan ev e, ku em ber bi serxwebûnê ve pêngavan bihavêjin. Şoreşên gelê me bo azadî û serbestî û serxwebûnê bûye, gelê Kurdistanê di sedsala bihorî de ji bo parastin û mana xwe gelek qurbaniyên mezin dane, we di hemû boneyên netewî de roleke camêrane dîtiye, ji bo referandom a 25ê Îlonê jî ez daxwazê ji we dikim, erkê xwe yê niştimanî û netewî û demokratîk pêk bînin û bi hemû şiyanekê piştevanê serxwebûnê bin, dengê we bila bo serxwebûnê be, ev jî ji bo dawî anîna bi bindestiyê û hilatina roja azadiyê, ji bo vefadariya bo xwîna şehîdên me, ji bo aştî û vejînê, ji bo bexteweriya bo nivşên paşerojê.

Bijî Kurdistan!
Nemirî bo şehîdên rêya azadiyê! “

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî
Denge KURDISTAN

Ek.Tarihi Mon Aug 28, 2017 10:00 am Gön: Oezer

Yorumlar yazarlarına aittir. İçeriklerinden biz sorumlu değiliz.

Anonim kullanıcı yorum yazamaz, lütfen kayıt olun
 
İlgili Bağlantılar
· Daha fazla Medya
· Haber gönderen Oezer


En çok okunan haber: Medya:


Haber Puanlama
Ortalama Puan: 0
Toplam Oy: 0

Lütfen bu haberi puanlamak için bir saniyenizi ayırın:

Mükemmel
Çok İyi
İyi
İdare Eder
Kötü


Seçenekler

 Yazdırılabilir Sayfa Yazdırılabilir Sayfa

 Bu Haberi Arkadaşına Gönder Bu Haberi Arkadaşına Gönder





Bu Site Ali Usta tarafından yapılmıştır.


>Powered by Nuke-Evolution