Anasayfa > Günün Haberleri > Sitene ekle > Arşiv > İletişim > Künye > Reklâm
__________________________________________________________________________________________
Güncel -
Spor - Siyaset - Ekonomi - Medya - Polemik - Dünya - Teknoloji - Sağlık –Kültür Sanat- Eğitim – Röportaj – Reklâmlar

   Üyemiz Değilseniz! Tıklayın   Gesellschaft für bedrohte Völker/PRESSEMITTEILUNG Göttingen   Haşdi Şabi ve Irak’ın 'Kerkük seferi' ne idi ne değildi?   YENİ HABER, NÛÇA NÛ (11) HER BÎJI KURDİSTAN   Hüseyin Akıncı:Yetersizlik, İhanetin Kapısını Açan Anahtardır   YENİ HABER, NÛÇA NÛ (09) HER BÎJI KURDİSTAN   Bagdad-Angriff auf Kurden in Kirkuk   Bülent Tekin:YAZAR BÜLENT TEKIN ILE SÖYLEŞI   Son dakika! Barzani'den Kerkük açıklaması   Dr. Cherly Benard:Kürdistan, Amerikan bağımsızlık tecrübelerinden neler öğrenebi   Dr.İsmet Turanlı:Tarihten korkmayanlar, utanmayanlar
Onur Yazarımız

Konuk Yazarlar

Ana Menü
 
Ana SayfaAna Sayfa
    Ana Sayfa

    Konu Başlıkları
    Haber Gönder
    Haberler
Diğer Başlıklar
    Evo UserBlock
    Yazarlar
    Site Haritası
    Haber Arşivi
    Yönetici Notu
    Reviews
    Tavsiye Et
    NukeSentinel
    İletişim Formu
    Sorularınız
Üyeler
    Üye Bilgileri
    Üye Hesabınız
    Üye Listesi
    Üye Grupları
    Özel Mesaj
Birlikte
    Forumlar
    Destekleyenler
    Anket
    Arama
Sayfa İstatistikleri
    Top 10
    İstatistikler
Linkler
    Yararlı Programlar
    Web Siteleri

Arama
 



Bağış - Reklam
Sitemizin yaşaması ve daha iyi bir içerikle yayın hayatına devam etmesi için reklam ve bağışlarınıza ihtiyacımız var. Lütfen Buraya Tıklayarak bizimle ilişkiye geçin... Şimdiden teşekkür ederiz....

Top 10 Links
 

Günün Haberi
 
Bu gün için henüz önemli bir haber yok.

 
Güncel

DAXUYANIYA NAVENDA PENA KURD LI SER BÛYERA AMEDÊ-03.05.2016
Ji bo raya giştî û çapemeniyê Navenda PEN a Kurd êrîşa li Amedê bi tundî şermezar dike û piştgiraya xwe bo HDP diyar dike.
Piştî êrîşên li gelek bajarên Tirkiyê yê li dijî HDP ê van roja jî li bakurê welêt heman êrîş pêk tên


Ya herî hovane û bi encamên xwe eger biserketiba wekî komkujiyekê em karibin binav bikin li Amedê qewimî. Bi rojaye desthilatdarên dewleta Tirkiyê bi siyaset, bi ragihandina dîtbarî û nivîskî HDP kiribû hedefa hêzên tarî û dewletê. Her çi qas wekî rêxistin HDP li ber çava bû jî di rastiya xwe de ev êrîşana li dijî gelê Kurd û berjewendiyên gelê Kurd bû.

Her roj û saeta diçe gelê Kurd bêtir nêzîkî maf û azadiya xwe dibe. Tu hez û tu dewlet wê nikaribe rê li ber vê xwestekê bigire.

Hewcedariya me bi tifaqa me, bi hevgirtina me heye.

Rast e; di dijmanetiyê de minnetî tune ye. Lê êrîşên hovane yê bi vî rengî li dijî mirovên sivîl bi tu awayî nayê qebûlkirin. Bi vê êrîşa berî bi hilbijartinê bi du rojan mebes ew bû ku bi sedan mirov bêne kuştin û gelê Kurd mîna bûyerên Kobanî careke din derkevin kolana. Gelê Kurd jî divê li hem ber van êrîşên ku dixwazin hebûna Kurdan ji ser rûyê vê dinyayê rakin bibin yek deng, bibin yek al û biçikin li ser xaka hemû Kurdistanê.

Piştî ew qas komkujiya, piştî ew qas tunekirina Kurdan, piştî ew qas bişaftinên çandî û zimanî divê hemû hêz û rêxistinên Kurdan karibin xweditiyê li doza Kurdan bikin. Kî vê yekê neke wê li hem ber dîrokê û li hem ber gelê Kurd wê nikaribe serê xwe rake.

Eger kes nizanibe jî dîrok baş dizane ku Kurd bi kuştinê naqedin. Li her perçeyên Kurdistanê hemû cûreyên kuştinê, komkujiyê hatin ceribandin. Lê va ye em li perçeyeke din yê welatê xwe di qonaxeke din ya azadiyê re derbas dibin li gel hemû bedelên xwe.
Careke din em dibêjin bila serê milletê Kurd sax be!
June 25, 2014 / pen-hekar / 06.06.2015

Navenda PEN a Kurd
Dr.Zaradachet-Hajo@t-online.de

Daxuyaniya Navenda PEN a Kurd -05.05.2016



Di nav rewş û mercên herî hestiyar û dîrokî de, gelê Kurd rastî guherînên mezin û girîng tên li Rojhilata Navîn. Li aliyekî bi metirsiyên çarenivîsaz re rûbirû maye, û li aliyê din jî pêşengiya guherandinên şaristanî dike.

Ji hêlekê serkeftina îradeya Kurdên bakurê Kurdistanê di hilbijartinan de û herifandina dîwar û sînorên tirs û bê çarebûnê, ji hêla din dîplomasiya başûrê Kurdistanê ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd di qada navneteweyî de, û ya ji hemûya girîngtir jî serkeftina şervanên Kurd li Rojavayê welêt bi ser hovên DAIŞ ê û hevpeymanên wan de ku ji hemû Kurdên xwedî wîcdan re cihê şanazî û serbilindiyê ye.

Gelê Kurd dixwaze wekî hemû netewên cîhanê xwedî maf û heqên xwe yên meşrû be. Piştî rêxistinbûna civakî û hişmendî ya gel li herçar perçeyên welat, dagirkerên Kurdistanê ji bo ku Kurd nebin xwediyê tu statuyan dixwazin hemû dek û dolaban li serê Gelê Kurd bigerînin.

Hîn komkujiya Şengalê wekî agirekî li ser dilê me venemirîbû û me êşa gelê xwe yê Êzidî ji bîr nekiribû, vê carê jî bi heman feraseta êrîşa Şengalê girtin ser Kobaniya birîndar û bi sedan zarok û jinên sivîl bi awayekî hovane kuştin.

Bêguman yek ji sedemên vê komkujiya plankirî serkeftinên gelê Kurdin li Rojavayê welat û ya herî dawî jî girtina Girê Spî bû ji aliyê hêzên gel. Çawa berî Kobanî rizgar bibe bi çend roja serokomarê Tirkiyê yê aniha got Kobanî li ber ketinê ye, heman kes piştî bidestxistina Girê Spî jî got; ji bo ku Kurd li Rojava nebin xwedî dewlet çi ji destê me bê emê bikin û bedela wê jî çi dibe bila bibe!

Mixabin dijminên Kurdan ne tenê serdestên wan in. Wekî hatiye gotin ji kevirên dijminan bêtir em bi avêtina gula ji destê dostê xwe diêşin. Piştî girtina Girê Spî û hemû hewlên Kurdan ji bo afirandina civakek dadwer û yeksane ku cihê hemû gelan têda hebe. Ji bo ku Kurd bi ser nekevin hewlên reşkirina van destkefta û guhertina rastiya tê kirin ji aliyê gelek kes, nivîskar, dezgeh û çapemeniyê ve.

Dibêjin bila Kurd êrîşan nebin ser kêmnetewên din yên li Kurdistanê û demografiya Rojava xera nekin. Bi rastî mirov nizane ji kû dest pê bike û çawa xelas bike ku bê kê bi dehan salane demografiya Rojava, Başûr û hemû welatê me xera kiriye û kê ew qas komkujî encam dane.

Li gorî baweriya me hemû zindiyên ku hatine ser xaka vê cîhanê xwedî mafên takekesî, komî û netewîne. Kes nikare mafên kesekî din binpê bike an jî tune bihesibîne. Encam û bedelê wê çi dibe bila bibe wê gelê Kurd ji riya xwe ya azadîxwaz, aştîxwaz û wekheviyê venegere. Ji bo vê yekê jî tu riyeke din ji xeynî yekîtiya Kurdan tuneye.

Wekî saziyeke nivîskarên Kurdan em kurt û kurmancî dibêjin, çi siyasetmedar, çi aktivîstên saziyên sivîl, çi rojnameger û bi taybetî jî nivîskarên vê civakê bin û hwd. divê ji bo berjewendiyên gelê xwe û erdnigariya xwe ked bidin, ji bo dadweriyê, aştiyê u azadiyê xebat bikin, lê berî hertiştî divê rastiyê bibînin, rastiyê binivîsin û li gorî wê tevbigerin. Rêyeke din ya şaş wê ji aliyê wicdana gel ve bê şermezar kirin û tune bê hesibandin. Hêviya me ew e ku roj berî rojê em jî karibin wekî hemû millet û dewletên cihanê xwedî mafên xwe yên mirovî û neteweyî bin.

Navenda PEN a Kurdn

July 14, 2015 / pen-hekar
Dr.Zaradachet-Hajo@t-online.de

Ek.Tarihi Thu May 05, 2016 10:00 am Gön: Oezer

İlgili Konular

Güncel

Yorumlar yazarlarına aittir. İçeriklerinden biz sorumlu değiliz.

Anonim kullanıcı yorum yazamaz, lütfen kayıt olun
 
İlgili Bağlantılar
· Daha fazla Güncel
· Haber gönderen Oezer


En çok okunan haber: Güncel:


Haber Puanlama
Ortalama Puan: 0
Toplam Oy: 0

Lütfen bu haberi puanlamak için bir saniyenizi ayırın:

Mükemmel
Çok İyi
İyi
İdare Eder
Kötü


Seçenekler

 Yazdırılabilir Sayfa Yazdırılabilir Sayfa

 Bu Haberi Arkadaşına Gönder Bu Haberi Arkadaşına Gönder





Bu Site Ali Usta tarafından yapılmıştır.


>Powered by Nuke-Evolution