Anasayfa > Günün Haberleri > Sitene ekle > Arşiv > İletişim > Künye > Reklâm
__________________________________________________________________________________________
Güncel -
Spor - Siyaset - Ekonomi - Medya - Polemik - Dünya - Teknoloji - Sağlık –Kültür Sanat- Eğitim – Röportaj – Reklâmlar

   Üyemiz Değilseniz! Tıklayın   YENİ HABER, NÛÇA NÛ (08) HER BÎJI KURDİSTAN     YENİ HABER, NÛÇA NÛ (11) HER BÎJI KURDİSTAN   Musul sorunu demokratik ulus ve ortak şehir yaklaşımıyla çözülür   YENİ HABER, NÛÇA NÛ (14) HER BÎJI KURDİSTAN   Hüseyin Akinci:Barış Cümlesinin Anlamsızlaştığı Bir Coğrafyadayız   YENİ HABER, NÛÇA NÛ (12) HER BÎJI KURDİSTAN   Aydın Engin:Bu hukuki değil siyasi bir dava   Diyarbakırlılar:Muhatap alınmasak da barışı istiyoruz   YENİ HABER, NÛÇA NÛ (11) HER BÎJI KURDİSTAN
Onur Yazarımız

Konuk Yazarlar

Ana Menü
 
Ana SayfaAna Sayfa
    Ana Sayfa

    Konu Başlıkları
    Haber Gönder
    Haberler
Diğer Başlıklar
    Evo UserBlock
    Yazarlar
    Site Haritası
    Haber Arşivi
    Yönetici Notu
    Reviews
    Tavsiye Et
    NukeSentinel
    İletişim Formu
    Sorularınız
Üyeler
    Üye Bilgileri
    Üye Hesabınız
    Üye Listesi
    Üye Grupları
    Özel Mesaj
Birlikte
    Forumlar
    Destekleyenler
    Anket
    Arama
Sayfa İstatistikleri
    Top 10
    İstatistikler
Linkler
    Yararlı Programlar
    Web Siteleri

Arama
 



Bağış - Reklam
Sitemizin yaşaması ve daha iyi bir içerikle yayın hayatına devam etmesi için reklam ve bağışlarınıza ihtiyacımız var. Lütfen Buraya Tıklayarak bizimle ilişkiye geçin... Şimdiden teşekkür ederiz....

Top 10 Links
 

Günün Haberi
 
Bu gün için henüz önemli bir haber yok.

 
Eğitim

Hesen Huseyîn Denîz:Li Swîsre bawername hatin dayîn-16.06.2015

Xwendekarên dibistanên kurdî yên li kantonên Zurich û baselê di nava vê hefteyê de bawernameyên xwe ji destê mamosteyên xwe girtin

Qasî sed zarokên li her du kantonan bi awayê şeş refan beşdarî dersan dibin, li Basel-Längi, li Zurich Winterthur, Wetzikon, Mettlen û Auzelgê bi amadebûna malbatên zarokan û rêveberiya Komeleya Hîndekariya Kurdî bawernameyên sala hîndekariyê ya 2014-2015 ji destê mamosteyên xwe girtin. deqên zarok di bawernameyên xwe de ji bo zimanê kurdî û çanda welêt digrin, di çarçoweya HSK(Heimatliche Sprache und Kultur-Zimanê zikmakî û çanda welêt) de dikeve ser deqên bawernameyên wan ên dibistanên Swîsrî.

Bi vê sedemê zarok û malbatên wan kêfxweşiya xwe diyar kirin ku bi awayekî fermî beşdarî dersên zimên û çanda welêt dibin û deqên distînin dikevin ser bawernameya wan a swîsrî û ev yek jî rewşa wan a li dibistanan erênîtir dike.

Di dema dayîna bawernameyan de Mamoste Hesen Huseyîn Denîz got :

" Dersên zimanê kurdî û çanda welêt bi awayekî fermî ji aliyê mudiriyeta hîndekariya Swîsre ve tê pejirandin. heta niha 29 zimanên biyanî li Swîsre fermî ne û kurdî-kurmancî jî yek ji vana ye. bi tevahî li Zurich û Baselê şeş refên me hene û nêzî sed zarokan beşdarê dibin. her wiha li kantonên din jî nêzî sed zarokên din beşdarî van dersan dibin û ew jî di hefteya pêşiya me de wê bawernameyên xwe bistînin. lê tevî vê yekê jî ev hijmar pir hindik e.

Di hilbijartinên 7ê Hezîranê de ji Swîsre 17 hezar dengên welatparêz hatine dayîn. ev dike kêm kêm 10 hezar malbat. ji deh hezar malbatan beşdarbûna du sed zarokan ên dersên kurdî pir kêm e. em hêvî dikin ku gelê me zêdetir bala xwe bide ser zimanê dayikê û çanda welêt. Têkoşîna rizgariya Kurdistanê tenê bi xwedîderketina li çanda welêt û zimanê dayikê dikare watedar bibe.

Asimilâsyona dewletên dagirker ewqasî pêş de çûye ku, di jiyana rojane de jî, di nava malbatan de jî tirkî bûye zimanê esasî yên dayik û bav bi kar tînin û bi zarokên xwe re didin û distînin. ev yek ji bo kurdan trajedî ye.

Me bi hezaran şehîd dane ku em bigihêjin azadiya gelê xwe, rizgariya xaka xwe û fermîbûna zimanê xwe û bikaranîna çanda xwe. Di encama ked û xebateke dijwar de me ev yek li Swîsre bi ser xist. Hîndekariya Zimanê Kurdî û çanda welêt niha li Swîsre fermî li dibistanan tê dayîn. L

ê kêm kêm divîbû niha hezar zarokên kurd beşdarî van dersan bibana.Em hêvî dikin ku malbat hev agahdar bikin, hişyar bikin û bi destê zarokên xwe bigrin û bînin dibistanên kurdî. divê neyê jibîrkirin ku ziman û çand nasname û rûmeta me ye. Rizgariya Kurdistanê tenê bi xwedîderketina li zimanê dayikê û çanda welêt dikare watedar bibe. Bersiva herî bi rûmet a mirov bide têkoşerên azadiyê jî xwedîderketina li çanda welêt û zimanê dayikê ye. Em vê xizmetê ji dil pêşkêşî gelê xwe û zarokên xwe yên pêşeroja gelê me ne dikin, divê gelê me jî xwe û zarokên xwe beşdarî vê xizmetê bikin û jê sûd bigrin."

Piştî dayîna bawernameyan malbat, xwendekar û mamoste bi hev re şêraniyên malbatan anîbûn xwarin. sala hîndekariyê ya 2015-2016 di hefteya yekemîn a Îlon-2015 de dest pê dike. yên dixwazin zarokên xwe qeyd bikin, li ser malpera www.zimanekurdi.org, E-Meila: zimanekurdi2008@gmail.com 0041786087914 dikarin qeyda zarokên xwe pêk bînin.

Li gel silav û rêzên germ - Sincerely Yours -Mit freundlichen grüssen
Hesen Huseyîn Denîz
hasan2004deniz@googlemail.com

Ek.Tarihi Tue Jun 16, 2015 10:00 am Gön: Oezer

Yorumlar yazarlarına aittir. İçeriklerinden biz sorumlu değiliz.

Anonim kullanıcı yorum yazamaz, lütfen kayıt olun
 
İlgili Bağlantılar
· Daha fazla Eğitim
· Haber gönderen Oezer


En çok okunan haber: Eğitim:


Haber Puanlama
Ortalama Puan: 0
Toplam Oy: 0

Lütfen bu haberi puanlamak için bir saniyenizi ayırın:

Mükemmel
Çok İyi
İyi
İdare Eder
Kötü


Seçenekler

 Yazdırılabilir Sayfa Yazdırılabilir Sayfa

 Bu Haberi Arkadaşına Gönder Bu Haberi Arkadaşına Gönder





Bu Site Ali Usta tarafından yapılmıştır.


>Powered by Nuke-Evolution