Anasayfa > Günün Haberleri > Sitene ekle > Arşiv > İletişim > Künye > Reklâm
__________________________________________________________________________________________
Güncel -
Spor - Siyaset - Ekonomi - Medya - Polemik - Dünya - Teknoloji - Sağlık –Kültür Sanat- Eğitim – Röportaj – Reklâmlar

   Üyemiz Değilseniz! Tıklayın   YENİ HABER, NÛÇA NÛ (14) HER BÎJI KURDİSTAN   Dr.İsmail Beşikci:Dağ Kavmi-II-10..06.2018   YENİ HABER, NÛÇA NÛ (13) HER BÎJI KURDİSTAN   İBRAHİM GÜÇLÜ- 09.06.2018   YENİ HABER, NÛÇA NÛ (10) HER BÎJI KURDİSTAN   HDP ÜZERİNE!   YENİ HABER, NÛÇA NÛ (10) HER BÎJI KURDİSTAN   Mim Yavuz Binbay:SLOGAN, HAMASET VE KARŞITLIK SİYASETMİDİR?-05..06.2018   YENİ HABER, NÛÇA NÛ (10) HER BÎJI KURDİSTAN   YENİ HABER, NÛÇA NÛ (11) HER BÎJI KURDİSTAN
Onur Yazarımız

Konuk Yazarlar

Ana Menü
 
Ana SayfaAna Sayfa
    Ana Sayfa

    Konu Başlıkları
    Haber Gönder
    Haberler
Diğer Başlıklar
    Evo UserBlock
    Yazarlar
    Site Haritası
    Haber Arşivi
    Yönetici Notu
    Reviews
    Tavsiye Et
    NukeSentinel
    İletişim Formu
    Sorularınız
Üyeler
    Üye Bilgileri
    Üye Hesabınız
    Üye Listesi
    Üye Grupları
    Özel Mesaj
Birlikte
    Forumlar
    Destekleyenler
    Anket
    Arama
Sayfa İstatistikleri
    Top 10
    İstatistikler
Linkler
    Yararlı Programlar
    Web Siteleri

Arama
 



Bağış - Reklam
Sitemizin yaşaması ve daha iyi bir içerikle yayın hayatına devam etmesi için reklam ve bağışlarınıza ihtiyacımız var. Lütfen Buraya Tıklayarak bizimle ilişkiye geçin... Şimdiden teşekkür ederiz....

Top 10 Links
 

Günün Haberi
 
Bu gün için henüz önemli bir haber yok.

 
Reklâmlar

İbrahim Güçlü:Rêxistinên Bakûrê Kurdistanê: Li Hemberî Xeterîyên PKKê û Şerê Hûndir û Parçekirina Başûrê Kurdistanê Bê Deng İn…-06.05.2015

PKKê roja ku wek grubek biçûk derket holê, herkesekî ji xwe pirsiya ku “gelo hewcedarî li Bakûrê Kurdistanê bi van heye, an na?” Bersîv ew bû ku hewcedarî bi van tune ye. Ew gruba bi çêbûna xwe xeteriyek nîşan dida.

Rastî jî di demek kurt de xeteriya wê grûbê derket holê. Wan hemû rêxistin û kategorî/grûbên cıvata Kurdistanê dijmin îlan kırin. Li hemberî rêxistinên Kurdistanê û civata Kurdistanê jî bi lezî dest bi êrişê kirin. Kurdperwer kûştin. Gelek kesên civata kurd kûştin. Ji bona ku eşîretekî bikin hevalên xwe, bi eşîretek din re hevaltî kirin. Pişt re jî vegeriyan ser ev eşîreta ku alîkarî ji wan re kiribû.

Ew bi gelek navan hatin bang kirin. Lê “Apocitî” wek nav baş li wan dihat. Di nav wext û pêvajoyê de jî, vî navî şikil girt û naverokek qezenç kir. Loma ez îro jî, wan bi “Apocitî” binav dikim.

Xeteriya PKKê di nav pêvajoyê de mezintir bû. PKKê li Bakûrê Kurdistanê bi hezaran kurdperwer (ji nav xwe û ji derveyî xwe) û kurd kûştin. Ji bona ku pêşiya çareseriya miletê kurd bigre xebat kir û nûha jî dike. Loma jî li dijî deweletbûna kurdan derdikeve û bi taybetî jî li dijî dewletbûna Başûrê Kurdistanê derdikeve. Dibêje: “dewleta ava bibe, dê bibe dewleta 2-emîn ya îsraîlê.”

PKKê li beşên din jî, ji bona ku pêşiya dewletbûna kurdan bigre bi dewletên kolonyalîst re plan û projeyên qirêj dixe jiyanê.

*****

Xeteriya PKKê li vê merhelaya stratejîk mezintir bûye. PKKê demek e ku bi taybetî piştî ku DAÎŞ pêşiya dewletbûna Başûrê Kurdistanê bigre, li dijî Serokê Kurdistanê, li dijî Hikûmeta Kurdistanê, li dijî partiyên siyasî yên Başûrê Kurdisatanê qempenyayek gele kreş û tarî û qirej dest pê kiriye.

PKKê ew qempenya xwe pêştir bir. Got ku “bila Şengal bibe kantonek bi serê xwe û ji Kurdistanê veqete.” Piştî ku li hemberî ev siyaseta PKKê helwestek hişk ji desthilatdariya Kurdistanê de hat diyar kirin, gav paşve avêtin. Lê dîsa jî ji ew helwesta xwe dev bernedan. Ev car bi rêya Duran Kalkan parçebûna Kurdistanê xwestin û ji bona şerê hûndir yê birakûjiyê jî propaganda kirin.

Baş tê zanîn ku dema ku piştî Şerê Kendavê (Korfezê) jî, ji bona ku dewletên dagirker û kolonyalîst herêma azad têk bibin, bi destê PKKê gelek caran êriş organîze kiribûn. Ew di wan êrîşên xwe de bi serneketibûn.

*****

Dema ku li Başûrê Kurdistanê di ev dema dawî de kêr hat li hestî sekinî, Serokê Kurdistanê mecbûr bû ku di derbarê xeteriya parçekirina Kurdistanê û şerê birakûjiyê de bala Gelê Kurdistanê, Parlamentoya Kurdistanê, Hikûmeta Kurdistanê, Partiyên Siyasî yên Kurdistanê bikşîne ser vê mijarê girîng.

Daxuyaniya Serokê Kurdistanê di heman dem de ji tevayî Kurdistaniyan û rêxistinên Kurdistanê yên hemû beşan re bû jî. Lewra Serokê Kurdistanê xeteriyek mezin dianî ser zimên. Diviya bû ku hemû rêxistinên Kurdistanê jî li hemeberî vê xeteriyê helwestek hevbeş û xûrt nîşan bidin.”

*****

Piştî ku Min û Kek Zahîd Bozarslan, me dît ku partiyên Bakûrê Kurdistanê, helwestek hevbeş nîşan nedan, me biryar da ku bi rêxistinên siyasî û sıwîl yên Bakûrê Kurdistanê re danûstandin bikin û bîrûreyên xwe bi wan re parve bikin û ji wan daxwaz bikin ku li hemberî xeteriyên li Başûrê Kurdistanê helwestek hevbeş diyar bikin û li dijî van xeteriyan çalakiyên xûrt bimeşînin.

Lewra em her dem beşdarî çalakiyên wan dibin û piştgiriya wan dikin. Wê demê maf û wezîfa me jî heye ku em pêşniyaran ji wan re bibin.

Me, ji bona danûstandin û pêşniyar pêşkêş kirinê, di 18ê Nîsna a 2015-an de biryar da. Me bi piralî mijar şirove kir. Rêxistinên em pê re danûstandin bikin, me tespît kir.

Me, girêdayî vê biryarê bi lezûbez bi gor şertan bi dorê bi PAKê, bi HAK-*PARê, bi PDK-Bakûr, bi KADEPê, bi Komeleyas Tevgera Cıwanên Kurdistanê, bi ÇIRAyê, bi ÇARPELê û bi kes û hewidrdorên siyasî re danûstandin kir. Me xwest ku bi PDKTê re jî danûstandin bikin. Serokê Wan nexwest ku bi me re danûstandin bike. Me got ku dema hemû rêxistin bên cem hev, dê bangî wan jî bikin.

Me di danûstandina da ev mijaran diyar kir:
1-Serokê Kurdistanê kesekî berpirsiyarekî bilind e û cidî ye û bi kelecanî tevnagere. Loma jî daxuyaniya Serokê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê ji du xeteriyan qal dike û bala her dezgehî û kesî Kurdistanê dikşîne û bang dike. Banga wî bes ji bona kes, dezgeh û rêxistinên Başûrê Kurdistanê nîne, ji bona Bakûrê Kurdistanê yanî ji bona me ye jî.
2-Ev xeteriyên li Başûrê Kurdistanê nû neqewîne. Ew xeteriyan demek dirêje ku hene. Lê wusa diyar e ku ew xeteriyan mezintir û rojanetir bûne ku Serokê Kurdistanê mecbûr bûye ku vê bangê belav bike. Bala hemû Kurdistaniyan û rêzxistinên wan bikşîne.
3-Ev xeteriyan bi destê PKKê, beşek kesên YNK çê dibin. Dewleta kolonyalîst ya Îranê û hevalbendên wê jî, bes piştgiriyê nakin, raste rast xwewdiyê ev plana qirêj in..
4-Dewletên kolonyalîst ji bona ku pêşiya dewletbûna Başûrê Kurdistanê bigrin, şer û êrişa DAÎŞê organîze kirin. Nikarîn bi vî şerî pêşiya dewletbûna Kurdan bigrin, nûha dixwazin plana xwe ya duyemîn bixin rojevê.
5-Heger desthilatdariya û partiyên Başûrê Kurdistanê hevbeş û yekrêz bin, dikarin gelek bir rehetî zora PKKê û piştgirên wan bibin. Xeteriya mezin eww e ku beşek YNKê jî piştgirê wan in. Divê pêşiya vê bê girtin û bala YNKê bê kişandin. YNKê ji PKKê bê dûr xistin.
6-Divê partiyên Bakûrê Kurdistanê bên cem hevûdu li ser vê mijarê tîfaq bikin, pêşengî ji rêxistinên sivîl û gel re bikin ku li hemberî vê xeteriyê derkevin.
7-Divê partiyên me lez bikin û bi hemû hêza xwe beşdarî vê xebatê bibin.
8-Divê di destpêkê de li ser manîfestoyekê li hev bikin. Mijar û karên bikin zelal bikin. Bi girseyî ji gel û raya giştî re vê manîfestoyê diyar bikin. Ji bona ku gel bê şiyar kirin bala hevalbendên PKKê yên dilsoz bê kişandin, panel, konferans, semûîner bên li darxistin. Heger şert pêk hatin xwepêşendanekê li darxin.
9-Ev pêşniyarên me ne. Lê hûnê nexşerêya xwe bi xwe tespît bikin.
10-Em jî, bi her avayî amade ne ku ji we re bibin piştgir.

*****

Di danûstandinên me de, berpirsiyarên hemû partî û rêxistinên sivîl ji me re sipas kirin. Wan jî got ku “em jî daxuyaniya Serokê Kurdistanê dişopînin. Em jî di wê baweriyê de ne ku li Başûrê Kurdistanê xeteriyek heye. Heger Serokê Kurdistanê rewşekî ecîl û xeter nebibûya, ev daxuyaniya û an jî nameya hewce nedidît. We zêdetir bala me kişand se mijare. Emê di organên xwe de vê mijarê gengeşî bikin bigihîjin biryarê. Dûr nîne ku emê bi hemû rêxistin û partiyên Kurdistanê re bên cem hev. Emê siyasetek û stratejiyek hevbeş tespît bikin. Xebatên bên kirin yanî nexşerêya xwe diyar bikin.”

*****

Hezar mixabin di ser danûstandinên me re 17 roj derbasbûye, rêxistinên me hewildanek nekirine. Nehatine cem hev. Di derbarê vê mijar û pirsê de agadariyek jî neda me.

*****

Gorî baweriya min, li Başûrê Kurdistanê xeterî hîn dom dike. Lê rewşa baş û xweş ew e ku Serokê Kurdistanê piştî daxuyanî û nameya xwe, hemû rêxistin û partiyên Kurdistanê, civatên kêmneteweyan, bangî civîne kir. Di civînê de biryarên hevbeş li hemeberî xeteriyên li Kurdistanê qewimîne wergirtin. Ew biryaran, bi daxuyaniyekê jî, ji raya giştî re diyar kirin.

*****

Daxuyaniya civîna Serok Barzanî ya li gel hêzên Kurdistanê li jêr e:

Bi serpereştiya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi amadebûna birêz Kosret Resûl Elî Cîgirê Serok roja dûşem 20.04.2015 li Selahedîn bi mebesta raguherîn û duvdaçûn û şîret kirina pirsên niha yên Herêma Kurdistanê civîna hêzên Kurdistaniyan birêveçû.

Kombûn bi mebesta nirxandin û danustandina bîr û ramanên di derbarê şerê terorîstên Da'îş û serkeftinên Pêşmerge û her wiha rewşa siyasiya Kurdistan û Iraqê û serdana çaverê kiriya Serok Barzanî ya Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka bû û her wiha armanç û naveroka nameya Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo Parlemen û Hikûmet û aliyên siyasiyan û xistinerûya nêrînên aliyan ya di derbarê destûr û pirsa Serokayetiyê bû.

Di destpêka kombûnê da Serokê Herêma Kurdistanê amadebûyên kombûnê ji rewşa dawî ya bereyên şer û rewşa meydanî ya bereyan û serkeftinên Pêşmerge û rewşa navçeyên azad kirî agahdar kir. Li beşekî dinê kombûnê de Serokê Herêma Kurdistanê behsa wê nameyê kir ku pêşkêşî Parlemen û Hikûmet û aliyên siyasiyên Kurdistanê kiribû û wê yekê xisterû ku ev name pêşkêşî hemû aliyek û hemû takekî Kurd hatiye kirin û daxwaz jî kir ku hemû aliyek kar ji bo ewe bikin ku li ragihandinan da bangeşe ji bo alozî û girjiyan neyê kirin. Her wiha nêrîna xwe ya di derbarê pirsa destûr û Serokayetiyê ji bo aliyên beşdarbûyên civînê şîrove kir û balkişand li ser wê yekê ku berî dû sal li nameyek da daxwaz ji Serokayetiya Parlemen û aliyan kiribû ku bi zûtirîn dem li ser meseleya destûr û aliyeta hilbijartina Serok de bigihin encamekî û niha jî bila Parlemen û hemû alî bigihin çareseriyê û destûrê bigihînin qonaxa rapirsiyê. Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz jî kir destûr ji bo gel û welate û pêwîste bi giyanekî nîştîmanî û dûrî li muzayedat bê çareser kirin û di derbarê meseleya Serokayetiyê de wê yekê behs kir ku babet li cem aliyên siyasiyane û bila pêkve bigihin rêkkeftinê û biryarê li ser meseleya Serokayetiyê bidin. Paşê jî daxwaz ji amadebûyan kir ku nêrîn û pêşniyarên xwe yên di derbarê şerê Da'îş û azad kirina Musil û ajandaya serdana Serokê Herêma Kurdistanê û pirsên niha yên Herêma Kurdistanê û meseleya destûr û Serokayetiya Herêmê de bixin rû. Piştî guftûgoyekî têr û tije aliyên beşdarbuyên kombûnê gihîştin van encamên xwarê:

Yekem: Beşdarbûyên kombûnê qurbanîdan û cangoriya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya ji bo parastina ax û jiyana hemwelatiyan û pêkhatên neteweyî û olî yan bilind nirxand û tekez li ser palpiştî kirina berdewamiya hêzên Pêşmerge û yekxistin û bihêz kirina şiyana serbaziyên Pêşmerge û her wiha baştir kirina rewşa jiyana Pêşmergeyên qehreman kirin. Her wiha beşdarbûyên civînê hewlên Serokê Herêmê ya li serpereştî kirin û amadebûna li bereyên şer û piştevanî kirina hêzên Pêşmerge bilind nirxand û spasiya hêzên hevpeymanan û dostên gelê Kurdistanê kirin ku hevkariyên serbazî pêşkêşî gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge kirine.

Dûyem: Civînê de ji bilî li berçav girtina rewşa hestiyar û çarenûssaza ku Kurdistan û Iraq û navçe têde derbas dibe, tekez li ser parastina yekrêziya hêzên aliyên siyasiyan kir ku wekî zaminek ji bo mîsoger kirina serkeftinên gelê Kurdistanê û parastina destkeftan kirin û her wiha aliyên siyasiyên beşdarbuyê kombûnê tekez jî li ser mafên rewayên gelê Kurdistanê kirin û palpiştiya xwe ji bo wan hemû hengavan nîşan dan ku bi berev mîsoger kirina mafên gelê Kurdistanê û parastina destkeftan û pêşveçûna doza rewaya gelê Kurdistanê ve diçin. Li gel ewe jî bi pêwîstî zanîn hewlên aliyên siyasiyan û dam û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo çaksazî û nehiştina kêmasiyan bê bi hêztir kirin.

Sêyem: Beşdarbûyên kombûnê tekez li ser berdewamiya guftûgo û baştir kirina peywendiyan û bi cîhkirina rêkkeftina di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û her wiha berfireh kirina peywendiyên dostane û hevseng li gel cîranan kirin û wê yekê dûpat kirin ku Herêma Kurdistanê sedema aramî û geşbûna navçeyê û aştî û çareser kirina kêşe û giriftan dibê.

Çarem: Beşdarbûyên civînê palpiştiya xwe ya tevahî ji bo Serokê Herêmê û şanda li gel ya Amerîkayê ragihand û pêşniyar û nêrînên xwe yên di derbarê ajandaya vê serdanê xistinrû.

Pêncem: Civînê de ji bilî tekez kirina li parastina siyade û yek perçeyî ya axa Herêma Kurdistanê û kar kirina ji bo serxistina proseya yek xistina hêzên çekdarên Herêmê li bin sêwana Wezareta Pêşmerge, eve jî dûpat kir ku pêwîste aliyên siyasiyan kar ji bo hêwirkirina ragihandinê û dûr xistina wê nefesê bikin ku dijî bexteweriya hemwelatiyan û yekrêziya nîştîmaniye. Civînê de refza hemû hewl û bangeşeyek jî kirin ku ji bo sepandina nêrînek ku li derveyê yasa û serwerî û taybetmendiyên Herêma Kurdistane.

Şeşem: Di derbarê meseleya destûr û Serokayetiya Herêmê aliyan tekez li wê yekê kirin Destûr û Serokayetiya Herêmê pirsekî nîştîmaniye û divê hemû alî bi nefesekî nîştîmanî û dûrî li girjî û muzayeda siyasî û ragihandinê muamele li gel da bikin û derfet bi wê lîjneyê bidin ku ji aliyê Parlemen ve ji bo nirxandina Destûr hatine hilbijartin û her wiha pirsa Serokayetî jî li çarçêweya yasa û komdengiya aliyên siyasiyan bê çareser kirin.

Partiya Demokrata Kurdistanê
Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê
Tevgera Goran
Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê
Komela Îslamî
Partiya Sosyalîsta Kurdistanê
Tevgera Îslamiya Kurdistanê
Partiya Komunist a Kurdistanê
Partiya Zehmetkêşan(Kedkaran)
Nûnerê Kutleya Turkmenên li Parlemena Kurdistanê
Nûnerê Kutleya Mesîhiyên Kurdistanê

İbrahim Güçlü
ibrahimguclu21@gmail.com
Amed,

***************************************

İbrahim Güçlü:Kürdistan’ı Yeniden Bölmeye ve İç Savaş Çıkarmaya Çalışmak, Kürt Milletine İhanettir… -06.05.2015

Kürdistan ve Kürt milleti bölünmüş, uluslar arası nitelikte klasik sömürge konumundan daha geri bir yapıdadır. Kürdistan ve Kürt milleti ilk önce 1639 yılında Kasrı Şirin Antlaşmasıyla Osmanlı ve Fars İmparatorluğu arasında ikiye; Lozan Antlaşmasıyla da, Türk, Fars, Irak, Suriye Arap Devletleri arasında dörde bölündü.

Kürdistan ve Kürt milletinin bu bölünmüşlük jeopolitiği, hem bütünlüklü bir milletleşmenin ve hem de devletleşmenin en temel engellerinden biri olarak öne çıktı.

Kürdistan ve Kürt milletinin bu bölünmüşlük hali, kaçınılmaz olarak yapılanma açısından başka bir gerçeği ve başka bir stratejik yapılanmayı zorunlu hale getirdi.

Kürdistan ve Kürt milleti birliğinin, parçalardan bütüne doğru giden bir yol izleyeceği, yaşamsal veriler ve pratikçe kendisini ortaya koydu.

Kürdistan’ın ulusal kurtuluş hareketinin gerçeği de bunu açıkça gösterdi. Bölünmeden önce, Osmanlı ve Fars İmparatorluğu bünyesinde gelişen Kürdistan ulusal kurtuluş hareketi, dörtlü bölünmüşlük yapısı içinde, dört devlete karşı gelişen ulusal kurtuluş hareketi oldu. ***** Bu parçalanmışlık durumunun yarattığı sıkıntılar ve olumsuzluklar sayılmakla bitmez. En önemli stratejik olumsuzluk, dört devletin herhangi bir parçada gelişen Kürdistan ulusal kurtuluş hareketine karşı ittifak yapmaları ve Kürdistan ulusal kurtuluş hareketlerini bastırmaya çalışmalarıdır. Bunun en somut örneği de, 1975 yılında dört devlet arasından yapılan Cezayir Antlaşmasıdır. Bu antlaşma sonucunda “Kürdistan Otonomisi” yıkıldı.

Kürdistanlı yurtseverler de, Kürdistan’ın bağımsızlığı ve Kürt milletinin birliği için mücadeleyi projelendirdikleri andan itibaren, bu gerçekleri gördüler. Ona göre davrandılar. Strateji ve politikalarını buna göre tayin etmek durumunda kaldılar.

Aynı zamanda diğer parçalardaki yurtsever güçlerin ve örgütlerin desteklerini aldılar. Ama diğer parçalardaki hukuka saygı gösterdiler ve onların içişlerine karışmadılar. PKK’yı bunun dışında tutarak bu tespiti yapıyorum

Kürdistan’ın bütün parçalarındaki ulusal kurtuluş güçleri öncelikle o parçanın birliği ve merkezileşmesi için çalıştılar. Her parçadaki merkezileşmenin, birlik ve beraberliğinin, Kürdistan ve Kürt milletinin bütününün birliğine hizmet edecek şekilde davrandılar.

Tartışmasız olan bir şey var ki, Kürdistan’ın her parçasındaki birliğin ve merkezileşmenin en üst örgütlenmesi ve yapılandırılması, devlettir. Bu nedenle Kürdistan’ın parçalanmış gerçeği, Kürtlerin devletten vazgeçmesini sağlamamıştır. Bazı aksamalar ve sapmalara rağmen, daha çok devlet savunuculuğu haline getirmiştir.

Kürdistan’ın Güney parçasında 100 yıldan daha fazla bir zamandır ulusal kurtuluş mücadelesi, ulusal merkezileşme, birlik ve devlet için devam ediyor. Devlet bağlamında merkezileşmenin sağlanması için, ara strateji ve aşamalar benimsenmiştir.

Kürdistan’ın Güneyinde bunun ilk aşaması “otonomi” olarak benimsenmişti. Bu stratejiye bağlı birlik ve merkezileşme, 11 Mart 1970 yılında merkezi hükümetle Irak KDP ve Kürt ulusal hareket lideri Mustafa Barzani arasında yapılan anlaşma ile “Kürdistan Otonomisi” kabul edildi.

Ama ne yazık ki, otonomi ile sağlanan merkezileşme, 1975 yılında Kerkük sorununa bağlı olarak başlayan savaştaki yenilgiyle dağıldı.

***** O tarihten sonra, yeniden bir merkezileşme, Kürdistan’ı özgürleştirme, Kürtlerin kendi kendilerini bağımsız bir statü içinde yönetme mücadelesi başladı. Bu mücadele, sürekli bir mücadele oldu. Bu mücadele Birinci Körfez Savaşından sonra Kürtlerin kendi kendilerini yönettiği bağımsız bir yapının, ABD ve Müttefiklerinin desteğiyle oluşmasına yol açtı. Duhok, Hewlêr, Süleymaniye şehirleri bu egemenlik alanının sınırlarını tayin etti.

Kürdistan siyasi partileri, o yapının oluşmasından kısa bir süre sonra, Kürdistan Meclisini oluşturdular. Milletvekili seçimlerini yaptılar. Meclis Hükümeti kurdu. Aynı zamanda Kürdistan Başkanı’nın seçimi yapıldı. Böylece Kürdistan’da demokratikleşme süreci başladı.

Bu aşamada yine Kürdistan Demokrat Partisi başta olmak üzere, Kürdistan Yurtsever Birliği de Kürdistan’ın otonomisi stratejilerini değiştirdiler. Federal bir Irak stratejisiyle yeni bir devlet sistemini ve statüsünü benimsediler.

Kürdistan siyasi partilerinin bu kararından sonra, Kürdistan Meclisi, tek taraflı olarak Irak’ın federal bir devlet olmasını kararlaştırdı.

Kürdistan Meclisinin bu tek taraflı federal devlet kararı, İkinci Körfez Savaşına kadar devam etti. İkinci Körfez Savaşından sonra, 2003 yılında Baas/Saddam Rejimine ve Arap ulus devletine son verildi.

Bu arada devletin niteliği üzerinde tartışma yapıldı. Irak’ın eyalet sistemine dayalı bir devlet olması teziyle, federal olması tezi gündeme geldi. Araplar, ABD, bir kesim Kürt, Irak Devletinin eyalet sistemine dönüşmesini istediler. Kürtlerin çoğunluğu eyalet sisteminin Kürdistan’ın yeniden birkaç parçaya böleceğini, bunu kabul etmeyeceklerini ileri sürdüler. Bu tezin ve projenin liderliğini de, Mesut Barzani ve partisi KDP yapıyordu.

Tartışmalar sonucunda, Irak’ın federal ve Kürdistan’ın federe devlet olması benimsendi. Bu devlet yapısı ve sistemi, 2005 yılında yapılan referandumla benimsenen Anayasa’da kabul edilen devlet yapılanması oldu.

Böylece Kürdistan’ın merkezileşmesi ve birliği, iç hukuk ve uluslararası hukuk içinde büyük ölçüde sağlandı. Kürdistan’ın belli bölgeleri ve başta da Kerkük’ün bir referandumla, merkezi yönetime mi, yoksa Kürdistan yönetimine mi bağlanacağı da Anayasa’da benimsendi.

***** Irak Federal Devleti de, Maliki’nin başını çektiği ve hükümet olan Arapların Arap ulus devleti anlayışından ve Arap şovenizmden kurtulamamaları, demokrasiyi içselleştirmemeleri sonucu, ihtiyaca cevap veren bir devlet sistemi olmadığı anlaşıldı.

Bu aşamadan sonra, Kürdistan’ın bağımsız devlet olması, bağımsız Kürdistan ve Arap Devletlerinin Konfederal bir devlet oluşturması gerektiği, Kürtlerin acil, Ortadoğu ve Dünyanın olağan gündemi haline geldi.

Bu karar üzerine Kürdistan Yönetimi, Kürdistan Başkanı Mesut Barzani’nin öncülüğünde hem bağımsızlık referandumunu hazırlamaya abşladılar ve hem de bağımsız devlet için dünyada lobi çalışmalarını yürüttüler.

***** Kürdistan Bağımsız Devlet çalışmalarının hayli ilerlediği bir aşamada siyaset yoluyla bunu engelleyemeyeceğini anlayan devletler, Kürtlere saldırmayacağını daha önce açıkça ifade eden IŞİD’i, örgütleyerek Kürtlerin üzerine saldırttılar.

IŞİD’in Kürdistan’a saldırısının Kürdistan’ın Bağımsız devlet olmasını engelleme olduğu: Sağır sultan tarafından duyuldu, tüm dünya demokrasi güçleri tarafından da kabul edildi.

Buna rağmen Kürtler, bir yandan ABD öncülüğündeki dünya koalisyonu ile IŞİD’e karşı savaşırken, diğer yandan da Bağımsız Devlet olmak için referandum komisyonunu mecliste oluşturma çalışmalarını sürdürdüler. Ama dünyada bu konudaki lobi çalışmalarını da erteletmediler.

ABD’ye davet edilen Kürdistan Başkanı’nın, IŞİD’de karşı savaşın yanında, konuşacağı temel başka bir konu, Kürdistan bağımsız devleti sorunu olacağını düşünüyorum. Bu bağlamda, Kürdistan’da iç savaş çıkarmak isteyen, Kürdistan’ı bölmek isteyen bölgesel ve yerel güçleri de konuşacak.

*****

IŞİD’in Kürdistan’dan tasfiye edilmesinin anlaşılması ve somut verileriyle ortaya çıkmasından sonra, İran’ın başını çektiği kirli, demokratik olmayan; insan hak ve özgürlüklerine, milletlerin haklarına ve kendi kendilerini yönetmeye karşı olan ittifak güçleri, Kürdistan’ın Bağımsız Devlet olmasının önüne geçmek için kendine bağlı Kürt güç ve örgütlerini harekete geçirmeye başladılar.

Bununla aynı zamanda IŞİD’i güçlendirmek istedikleri de gün gibi açığa çıktı.

Güçlü bir IŞİD’in Bağımsız Kürdistan’ı engelleyebileceği hesabı da stratejik anlamda yapılmaktadır.

İran ve başını çektiği ittifaka bağlı olan Kürt güçleri, PKK ve KYB’nin bir kesimi, bir kısım diğer siyasi güçlerdir. Bunlar, Kürdistan’ın bağımsız devlet olmasını, Kürtlerin en azından bir parçasından birliğini engellemek, bu birliğin Kürdistan birliğine yol açmasını tıkamak için harekete geçmiş durumdalar.

Kürdistan Federe Bölgesinin bölünmesini ileri sürüyorlar,, Kürdistan’ın birkaç bölgeye ayrılmasını savunuyorlar, bu Kürdistan’ın ayrı bölgelerinin de merkezi yönetime bağlanması için özel gayret gösteriyorlar.

Bununla da kalmıyorlar, Kürdistan’da iç savaş çıkarmak için çalışmalarını ve propagandalarını ilerletiyorlar.

PKK’nın, bu kirli, tehlikeli iki işi, Kürt milletine karşı olan bu iki tehlikeli işi baştan beri taptığı biliniyor.

Kürtlerle savaşmanın PKK’nın özel yetenekleri ve görevleri olduğu, bunun sonucu olarak on binlerce Kürdü ve Kürt yurtseverini her dört parçada öldürdükleri biliniyor.

Bu bilinen gerçek kadar, bilinen başka gerçek de Kürdistan’ın Güney Batısını kanton hikâyesiyle üç böldükleri, Kürdistan’ın Kuzeyini de birkaç parçaya bölmek istedikleri onların “demokratik özerklik” denilen PKK’nın diktatörlüğünün oluşturulması projeleriyle açığa çıkmış durumda.

Kürdistan yönetiminin ta başından beri bilinen ve sürekli işaret edilen bu tehlikelerle ilgili tedbir almaması da strateji büyük bir eksiklik ve duyarsızlıktır.

KYB’nin bunu yapmasına ne demeli? Bu daha tehlikelidir. Çünkü Kürdistan Federe Devletinin bir gücüdür. PKK, bir dış güç, işgalci, saldırgan bir güç.

PKK’nın yaptıkları kötülüklerle, Kürdistan zarar görür, ama Kürdistan’ın bölünmesini sağlanamaz. Buna karşılık cezasını görür. Ama KYB’nin bir kesiminin PKK ve İran ittifakı ile birlikte olması, işi tehlikeli bir boyuta taşımış durumdadır.

Bu aşamada Kürdistan Başkanı, Kürdistan Parlamentosuna, Hükümetine, milletvekillerine, siyasi partilerine ve halkına açık bir mektupla görüşlerini sundu. Mektubunda bu iki tehlikeye işaret etti. Bu tehlikelerin engellenmesi için destek istedi.

Hemen arkasından Kürdistan’ın tüm siyasi parti ve örgütlerini toplantıya çağırdı. Bu toplantıda da bu tehlikeler ve bu tehlikelere karşı nelerin yapılması konusunda, bazı güçlerin ikiyüzlülük ve riyakârlıklarına rağmen anlaşma sağlandı.

Ama tehlikeler atlatılmış değil devam ediyorlar.

Bu tehlikeler, Kürdistan Federe Devleti için güncel, acil ve önemli olsa da; Kürdistan’ın tümüne yönelik bir tehlikedir. Kürdistan ve Kürt milletinin merkezileşmesine, birliğine, devletleşmesine yöneliktir. Bu tehlikelere karşı tüm Kürdistan parti ve örgütlerinin, sivil toplumunun topy

ekûn karşı çıkması gerekir.

Kürdistan’ın Kuzeyinde, halen örgütlü bir tepkinin olmaması ve bu konuda sessizliğin devam etmesi, hayra yorumlanacak bir durum değildir.

Kürdistan’da iç savaş çıkarmak, Kürtlerin birbirlerini öldürmesine sebep olmak ve buna ön ayak olmak; Kürdistan ve Kürt milletinin birliğinin, merkezileşmesinin, devletleşmesinin karşısında durmak; Kürdistan Federe Devletini bölmeye çalışmak, Kürt milletine ihanettir.

İbrahim Güçlü
ibrahimguclu21@gmail.com
Amed,

Ek.Tarihi Wed May 06, 2015 10:00 am Gön: Oezer

Yorumlar yazarlarına aittir. İçeriklerinden biz sorumlu değiliz.

Anonim kullanıcı yorum yazamaz, lütfen kayıt olun
 
İlgili Bağlantılar
· Daha fazla Reklâmlar
· Haber gönderen Oezer


En çok okunan haber: Reklâmlar:


Haber Puanlama
Ortalama Puan: 0
Toplam Oy: 0

Lütfen bu haberi puanlamak için bir saniyenizi ayırın:

Mükemmel
Çok İyi
İyi
İdare Eder
Kötü


Seçenekler

 Yazdırılabilir Sayfa Yazdırılabilir Sayfa

 Bu Haberi Arkadaşına Gönder Bu Haberi Arkadaşına Gönder





Bu Site Ali Usta tarafından yapılmıştır.


>Powered by Nuke-Evolution