Anasayfa > Günün Haberleri > Sitene ekle > Arşiv > İletişim > Künye > Reklâm
__________________________________________________________________________________________
Güncel -
Spor - Siyaset - Ekonomi - Medya - Polemik - Dünya - Teknoloji - Sağlık Kültür Sanat- Eğitim Röportaj Reklâmlar

   Üyemiz Deðilseniz! Týklayýn   Ýbrahim Güçlü:Kürtler HDP’ye neden oy veriyor?   KURDISTANA-BAKUR, NÛÇA NÛ (10) BÎJI KURDISTAN   HÝWA CEMAL:Irak Ýslami Parti eski Baþkaný Prof. Dr. Muhsin Abdulhamit   KURDISTANA-BAKUR, NÛÇA NÛ (10) BÎJI KURDISTAN   MEDYADAN (10 GÜNCEL ) HABERLER   Rojava Yönetimi’nin Þam’a sunduðu yol haritasý   KURDISTANA-BAKUR, NÛÇA NÛ (10) BÎJI KURDISTAN   KURDISTANA-BAKUR, NÛÇA NÛ (07) BÎJI KURDISTAN   KURDISTANA-BAKUR, NÛÇA NÛ (10) BÎJI KURDISTAN   KURDISTANA-BAKUR, NÛÇA NÛ (10) BÎJI KURDISTAN
Onur Yazarýmýz

Konuk Yazarlar

Ana Menü
 
Ana SayfaAna Sayfa
    Ana Sayfa

    Konu Baþlýklarý
    Haber Gönder
    Haberler
Diðer Baþlýklar
    Evo UserBlock
    Yazarlar
    Site Haritasý
    Haber Arþivi
    Yönetici Notu
    Reviews
    Tavsiye Et
    NukeSentinel
    Ýletiþim Formu
    Sorularýnýz
Üyeler
    Üye Bilgileri
    Üye Hesabýnýz
    Üye Listesi
    Üye Gruplarý
    Özel Mesaj
Birlikte
    Forumlar
    Destekleyenler
    Anket
    Arama
Sayfa Ýstatistikleri
    Top 10
    Ýstatistikler
Linkler
    Yararlý Programlar
    Web Siteleri

Arama
 



Baðýþ - Reklam
Sitemizin yaþamasý ve daha iyi bir içerikle yayýn hayatýna devam etmesi için reklam ve baðýþlarýnýza ihtiyacýmýz var. Lütfen Buraya Týklayarak bizimle iliþkiye geçin... Þimdiden teþekkür ederiz....

Top 10 Links
 

Günün Haberi
 

 
Kurdi
Hüseyin Turhalli:Dîrok, dewlet û kurd / Kurdistana Rojava ya Serbixwe-Huseyn Turhallý-09.10.2012

Kurd ji dewleta Mervanî û mîrîtîyên Eyyubî (sedsalên 11 û 13) vir ve nebûne xwedîyê dezgeheke siyasî ya wek dewlet. Li gel vê yekê mîrîtîyên kurd ji nakokîyên di nevbeyna sultanîya memluk, pers û osmanîyan de feyde dîtine û heta sedsala 19ê bi awayekî otonom jiyane.

Ev qelsîya têgîna dewletbûnê ya kurdan bi gelek sedeman ve têkîldar e. Îsmaîl Beþîkçî dibêje ev qelsî bi abora ajelvanîya çêreyî ve girêdayî ye, M. Emîn Zekî, E. Xemgin û hin kurdologên ewropî jî sedema vê yekê bi nakokî û bihevnekirina kurdan ve têkildar dibînin.

Kurdan ji nakokîyên navbera bîzans, erebên misilman, tirk û farisan feyde girtin û hewldan ku rewþa xwe ya otonom biparêzin. Li gor qinyata min ev yeka, rewþa bi hêza leþkerî û sîyasî ve girêdayî îfade dike.

Li paþ serdema ku selçûkîyan mervanî têkbirin (1085) û vir ve kurdan demeke dirêj hewl dan ku hebûna mîrîtîyên xwe yên otonom carna bi piþtgirîya ebbasîyan û carna jî bi piþtgirîya selçûkîyan bidomînin. Serkeftinên osmanîyan yên li dijî bîzansê kurdên misilman yên þafî nêzî osmanîyan kir. Dema Yavuz Selim derket sefera Îranê, statûya otonom a kurdan pejirand (1514). Ev bûyer di navbera kurdên sunî yên nêzîkî osmanîyan û kurdên elewî yên nêzîkî sefewîyan de bû sedema þer, nakokî û dubendîyên mezin, þer û nakokî bi tevlîbûna hêzên osmanî û îranî, nêzîkî 200 salan berdewam kir. Peymana Qesr-î Þîrîn ku Kurdistan di navbera Îran û Împaratorîya Osmanî de parve dikir, bi armanca dawîlianîna þer û nakokîyan bû.

Di pêvajoya reform û ronesansê de dema ku Ewropa di warê îcad, keþf, teknîk û zanîstîyê de bi pêþ ve diket Dewleta Osmanî jî ku abora wê li ser talankirin û rapêçê bû, li dijraberî pêþveçûna Ewropayê ket pêvajoya paþveketinê. Xezîneya dewletê vala bû û êdî dewletê nikaribû leþker peyda bikira.

Dewleta Osmanî ku li dijraberî Ewropaya ku ketibû pêvajoya xwenûkirin û kapîtalîstbûnê, paþ ve diket (Peymana Karlofçayê 1699, niqteya werçerxê ye) bi berxwedanên gelên Balkanê ve rûbirû ma û berê xwe da Rojhilatê. Dewleta Osmanî pêvajoya merkezîkirina rêveberîyê û ji nû ve organîzekirina «Ocaxên Yeniçeri » da destpêkirin. Di encama vê bûyerê de bac hatin zêdekirin û dewlet hewl da ku ji vê herêmê leþker peyda bike.

Kurdan ev rewþ nepejirand û îtîraz kir. Sedema serhildanên kurdan ên sedsala 19ê jî, îtîrazkirinên li dijî vê rewþê ye.

Di serhildanên sedsala 19ê de ku bi pêþengîya mîrên feodal û serhildanên sedsala 20ê ku di pêþengîya rêberên manewî de rûdabûn, kurd ji bo dawî li serdestîya Dewleta Osmanî binîn û dewleteka serbixwe ava bikin nebûne xwediyê helwest û ravêjeke sîyasî ya vekirî. Ev nexweþîya nezelalbûna daxwaz û armancan sîrayetî siyaseta kurdan a îroyîn jî kirîye.

Ev nezelalîya daxwaz û armancan serhildanên kurdan ên di raborîyê de wek eþqîya dabû binavkirin, îro jî wek terorîst dide binavkirin.

Kurd di warê dîplomasîyê de bi vegotinên nûdem xwe îfade nekirin. Îxanet jî li vê kêmasîyê zêde bû û di encamê de serhildanên kurdan bi xwînrijî û hovane têk çûn. Kurdistan bû kolonîyeke navneteweyî, hat parçekirin û hat parvekirin.

Kurdistana Rojava

Kurdistana Rojava di serdema pêþî de ji mutîyan, di serdema navîn de ji eyyubî û mervanîyan vir ve welatê kurdan e. Di serdema Selahedînê Eyyûbî (1138-1193) de gelheyeke gelek zêde ya kurdan li Þamê bi cih bûn. Îro tê texmînkirin ku di serî de li taxên Rukneddîn û Zorava li Þamê 600 hezar kurd dijîn. Bajarê ku Selahadîn Eyyubî lê ji dayik bûye û can daye mervanîyan bajarekî kurd e. % 20-25ê niþtecîyên bajarê Helebê kurd in.

Nexþeya siyasî ya Rojhilatê Navîn bi peymana Sykes-Picot ku Ingiltere û Fransayê di 16 tirmeh 1916ê de bi nepenî îmze kiribûn, þekil girtîye. (1) Bi vê peymanê Kurdistana Bakur û Rojava ji fransîyan re, Kurdistana Baþûr û Rojhilat jî ji îngîlizan re maye.

Di 7 gulan 1919ê de dewletên îtîlafê civîyan û biryara bikaranîna encamên agirbesta Mondrosê dan. Li ser vê yekê yewnanîyan peravên Egeyê, fransîyan jî baþûrê rojavayê Kurdistanê (Sûrîye, Entab, Ruha, Mereþ) dagir kirin. Di 10 tebax 1920ê de di navbera hikumeta Stenbolê û dewletên îtîlafê de li Sevrê peymanek tê îmzekirin. Li gor xala yekem a vê peymanê Ceyhan, Entab, Ruha, Mêrdîn û Cizîr ji Sûrîyê re dihat hiþtin.

Li gor xala sêyem jî komîsyonek ji nûnerên îngîlîz, frensî û îtalî li bajarên rojhilatê Firatê wê sazûmaneke otonom ava bikirana û ger kurdan bixwesta salek þûnde wê karibûna ji bo serxwebûnê serî li Cemiyeta Neteweyan bixistana. (2)

Di 20 çiriya pêþîn 1921ê de di navbera hikumeta Ankarayê û Fransayê de peymana Ankarayê hat îmze kirin. Li gor vê peymanê Kurdistana Bakur ji Tirkîyê re, baþûrê rêya hesin ku ji Îskenderûnê heta xeta Hasekî-Misûl dirêj dibe ji fransîyan re ma. Ji lew re peymana Lozanê, þêweya hiqûqî ya peymana Sykes-Picotê ye.

Di 1ê çileya paþîn 1944ê de erebên Sûrîyeyê bi beþdarbûna kurdan li dijraberî fransîyan serxwebûna xwe îlan kirin û Komara Ereb ya Sûrîyê damezrandin. Erebên ku Sûrîye damezrandin tu statû nedan kurdan.

Di 1954ê de li du hilbijartina gelhê, nasname û mafê hevwelatîya 300 hezar kurdan ji destên wan hate girtin û bi satatûya bêwelatî man. Di 5ê çiriya pêþin 1962yê de dewleta Sûrîyeyê bi bingeha projeya erebkirinê, li ser 375 km axa Kurdistanê "Kembera Projeya Erebî” pêk anî. Di sala 1974ê de 4500 malbatên ereb li Kurdistanê hatin bicihkirin. Di encama vê pêvajoyê de 150 hezar kurd ji cih û warên xwe hatin bidûrxistin, bûn penaber.

Bivan pêkanînan di demografîya Kurdistana Rojava de wêrankirin û hilweþandinên pir mezin pêk hatin.

Gelhe û Erdnîgarîya Kurdistana Rojava

Li gor piranîya çavkanîyan gelheya kurd li Sûrîyeyê di navbeyna % 12-16 ye. (3) Li gor îstatîtîstîkên Enstîtuya Gelheya Sûrîyeyê yên di 1987ê de hatine rojanekirin gelheya Sûrîyeyê 19 mîlyon û 172 hezar e. Di vê rewþê de gelheya kurdan li Sûrîyeyê dijî ji 2 mîlyon û 500 hezar heta 3 mîlyon 200 hezarî tê texmînkirin.

Kurd ji destpêka pêvajoya dîroka dewleta Sûrîyeyê vir ve bi zordestî û sîyaseta cûdaker ve rû bi rû mane, li welatê xwe wek biyanîyan jiyane. Di serî de mafên perwerde û tendûristî, ji hemû mafên sosyal bêpar mane. Piranîya wan mafên karmendîya dewletê jî bi dest nexistine.

% 100 petrola Sûrîyeyê û % 60 hilberînên çandînîya Sûrîyeyê li Kurdistanê tê hilberandin. Tê texmîn kirin ku 2,5 mîlyar warîl danhevîyên (rezerv) petrolê heye. (ntv. 21.11.2011 danerên DYA) Hilberînên çandînîyê teqez di kontrola dewletê de ye. Bihayê wan dewlet tesbît dike, hilberinê dewlet berhev dike. Li Qamiþlo û Hesekê sîloyên dexl, li Dêrikê bi sedan bîrên petrolê û li Efrînê bi sedan kargehên zeytûnê dîmênên aþîkar û vekirî yên vê sazûmana talan û þêlandinê dest niþan dikin.

Kurdistana Rojava di nav sazûmaneke aborî ya kedxwar û talanker de dijî û perçeyê herî xizan ê Kurdistanê ye.

Kurdistana Rojava beþdarî hemû serhildanên Kurdistana Baþûr û bakur bûye, piþtgirî daye û di demên tengasîyê de ji bo kurdên li perçên din dijîn bûye stare û parêzgeh. Di þerê ku li Kurdistana Bakur bi pêþengîya PKKê dimeþe de 6 000 xortên Kurdistana Rojava jiyana xwe ji dest dane. Tê zanîn ku di nav refên PDK û YNKyê de jî gelek xortên ji Kurdistana Rojava jiyana xwe ji dest dane.

Li gel vê yekê ji bilî berxwedana li dijî «Projeya Kembera Erebî” ku bi pêþengîya Osman Sebrî rûdabû û di 2007ê de berxwedana Qamiþloyê neyê hesibandin, li dijî dewleta Sûrîyeyê serhildanek pêk nehatiye.

Li Kurdistana Rojava partîyên di rêça sê partîyên mezin (PKK-PDK-YNK) de siyasetê dimeþînin hene. (PDK-S, YNK-S û PYD) Li gel van partîyan rêxistin û hêzên serbixwe jî hene (Azadî). Hejmara van rêxistinan digihîje 18yê. Ev partî û rêxistin bi armanca pêkveanîna yekîtîyekê û ji bo bikaribin piþtgirîya partîyên mezin werbigirin di 12ê tebaxa 2012ê de li Hewlêrê di bin çavdêrîya Mesûd Barzanî de civîyan û Konseya Bilind a Kurd damezrandin.

Lijne li dû vegera xwe ya Qamiþloyê li bajar û navçeyên wek Kobanî, Efrîn, Dêrika Hemko û li bi sedan gundan dawî li serdestîya dewleta Sûrîyeyê anî û rêveberîya xwe damezrand.

Dawîlêanina desthilatîya dewletekê, avakirina desthilatîyeke nû pêwîst dike. Sîstema navneteweyî ji dervayî vê metodê destûr nade tu rêyeke din. Tu civat bê nav, bê vîn û bê krîter nikare bijî. Civata navneteweyî jî tehemûla nedîyarîyeke demdirêj nake.

Divê kurd jî li gor pîvanên hiqûqa navneteweyî statûya xwe tesbît bikin û xwe bidin nasîn. Dewlet di du merheleyê de tên damezrandin. Merheleya yekem rewþa fîîlî ye. Hêzek serdestîya hêzeke din bi dawî dike. Ji bo Kurdistana Rojava ev qonax temam bûye. Merheleya duyem jî damezrandina vîneke meþrû û di nav civata navneteweyî de bidestxistina statûyeke meþrû ye.

Kurdistana Rojava û Pêkhatina Dewleteke Serbixwe

«Civatên mirovan yên li ser axake diyarkirî -ku jê re welat tê gotin- dijîn li gor têgeheke serdest û prensîbên hiqûqê di bin sîwaneke desthilatîya sîyasî de xwe rêxistinî dikin”. Ev rêxistinîbûn dewlet e. Netewe dewlet jî ”modeleke dewletê ku mirov mafên xwe yên çarenûsîyê di nav sîstem û mezringên politik ên netewî de dest niþan dike” îfade dike.

Dewlet; bi hêmanên beþerî, fîzîkî û sîyasî tê tarîfkirin

Hêmana Beþerî- Mirov dikare wek hêmana gel an jî netewe bi nav bike. Ji civata mirovan a li ser axake diyarkirî bi hev re dijîn û bi nirxên cûrbecûr bi hev re têkildar e, pêk tê. Ji bo damezrandina dewletekê, sînorê hejmara mirovan tuneye. Li gor têgihîna modern ji bo pêkhatina hêmana neteweyekê, hebûna vîneke bi hev re jiyanê bes e.

Di serî de dewletên wek Monaco, Leichistan gelek dewletên serbixwe ku hejmara gelha wan di bin 50 hezarî de ye, hene. Li gel vê yekê li Sûrîyeyê gelheya kurdan ku % 12-16 pêk tînin ji 3 mîlyonî zêdetir e. 600 hezar kurdên Sûrîyê li Þamê (bi giranî li Rukneddîn û Zorava), 600 hezar jî li Helebê dijîn. Heleb hem ji bo mervanîyan hem jî ji bo eyyubîyan wek navenda avabûnê tê hesibandin. Kurd Helebê wek bajarê xwe dihesibînin. Bakurê Helebê jî bi temamî kurd e.

Hêmana welat an jî fîzîkî- Welat, perçeyek ji erdê ku ji alîyê erdnîgarî bi hev ve girêdayî ye û tixûbên wê diyarkirî ye, îfade dike. Divê dewlet xwedîyê erdekî ku tê zanîn be. Welatê dewletê ji sê beþan pêk tê; welatê bejîyê, welatê behrê û welatê hewayê.

Ji ber ku nexþeya sîyasî ya Rojhilatê Navîn ji alîyê îngilîz û fransîyan bi rastekê (cetwel) hatiye xêz kirin, ne li gorî þêweya demografik e. Hem ji sedema ku emperyalîstan nexþeya sîyasî bi rastekê xêz kirine û hem jî ji sedema ku Komara Ereb a Sûrîyeyê bi «Projeya Kembera Erebî ” xwestîye bi sîyaseta rûxîn li dijî gelê kurd jiholêrakirina nijadî bi rê ve bibe, Kurdistana Rojava bûye 3 parçe.

Tixûbê Tirkîyeyê bi Sûrîyeyê re 911 km. ye. Xeta tixûbê ya ku bi piranî kurd lê dijîn 765 km ye. Kurd li seranserê tixûbê ji 40 heta 130 km yê ber bi hundirê Sûriyê ve dijîn. Bakurê Kurdistana Rojava bi temamî bi Kurdistana Bakur re, rojhilatê wê jî bi Kurdistana Baþûr re cîran e.

Li herêma Til Ebyat ku di navbera Serê Kanî û Kobanîyê de ye bi piranî erebên sunî dijîn. Li herêma Azaz a di navbera Kobanî û Efrînê de ye jî heman rewþ heye. Ji ber vê yekê Kurdistana Rojava hem ji alîyê erdnîgarî hem jî alîyê demografîkê ve bûye 3 parçe. Tê texmîn kirin ku gelheya ereb a li Kurdistana Rojava li gel gelheya kurd ji % 10î zêdetir nîne.

Hêmana serdestîyê- Hêmana deshilatîya siyasî damezêranerê bingehîn ê dewletê ye. Li ser erdekî diyarkirî di çarçoveya vîneke bilind de xwe birêxistînkirina koma mirovan e. Têgeha serdestîyê ku li welat ji desthilatdarîyê cihê, xwe wek çavkanîya hêza yekane îfade dike, ev li derveyî welat tê wateya serbixwebûyinê.

Wek tê dîtîn li Kurdistana Rojava li pêþîya bidestxistina statûya serxwebûnê astengên hêmanên beþerî û fizîkî hene. Ramaneke wek «em vê derê bi dest xin û yekîtîyeke erdnîgarî pêk bînin” wê di hiqûqa navneteweyî de neyê pejirandin. Hiqûq, maf nade ku bi zorê herêmeke erdnîgarî bê xesbkirin!

Çareserkirina vê pirsgirêkê bi rêya dîplomasî û qanîkirina civata ereb gengaz e. Di encamê de ev pirsgirêk dikare bi veguhertina civata kurd a li Þamê û erebên li Kurdistanê têkeve rojevê.

Hiqûqa Navneteweyî û Hiqûqa Dewletan

Peymanên navneteweyî yên ku Kurdistan parçe kirin û parve kirin hîn jî di meriyetê de ne. Bi zorê xespkirina welatê kurdan, parçekirin û parvekirina wî, heta hetayî di statûya kolonîyê de girtina kurd û Kurdistanê, þermeke mirovahîyê ye, rewþeke ne meþrû ye û wijdanê mirovahîyê birîndar dike.

Hiqûqa dewletan, îfadeya peymanên navneteweyî ye. Ji ber vê yekê ger di navbera peymanên ku dewletê îmze kirine û normên hiqûqa navneteweyî jug cognes (rêbaza fermanker) de nakokîyek hebe ew nederbasbar tê hesibandin. Wek dagirkirina welatekî an jî bazirganîya koleyan.(4)

Têgîna ”Hiqûqa Dewletan” ku tê wateya hiqûqa dewletan a navxweyî. Di heman demê de ev têgîn tê wateya hiqûqa navxweyî lê divê ne li dijraberî hiqûqa navneteweyî be. (Makezagon xala 90)

Hiqûqa navneteweyî jî, hiqûqa ji alîyê dewletan bi gelemperî hatiye pejirandin e. Wekhevî, azadî û serxwebûna dewletan diparêze û xwedîyê normên wefakarîyê ye û bawerî bi raserîya exleqê re heye.

Peymana bingehîn a sînorê çalakîya peymanên navneteweyî diyar dike ”Peymana Wien a Lihevhtinên Hiqûqî” di 23 gulan 1969ê de hatiye îmzekirin. Li gor xala 53yem a vê peymanê «peymanên ku bi qaîdeyên fermandar ên bi hiqûqa navneteweyî re li hev nayên ne derbasbar in ”.

Li gor xala 64em ya heman peymanê ”ger peymanên ku berê di navbera dewletan de hatibin îmzekirin dijraberî qaîdeyên fermandar ên hiqûqa navneteweyî bin, peymanên berê betal (îptal) dibin”. (5)

Di vê rewþê de di serî de Peymana Lozanê, hemû peymanên navneteweyî yên bûne sedema parçekirin û parvekirina Kurdistanê li gor qaîdeyên wekhevîya hiqûqa navneteweyî ne derbasbar in û ne meþrû ne.

Tê pejirandin ku bingeha dewleta nûjen di 1648ê de bi Peymana Wastfelya hatiye avêtin. Li gor vê yekê ”her netewe xwedîyê mafê avakirina dewleta xwe ye ”.

Çend mînak ji peymanên navneteweyî yên Tirkîyeyê jî alîgirê wan e:

-Mafê Serhildanê- ji bo ku mirov wek çareserîya dawîn li dijraberî zilm û zordarîyê serî hilnede, giringîya parastina mafên mirovan bi serdestîya hiqûqê, (Biryarên Destpêkê yên Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan)

-Armanca Yekîtîya Neteweyan- ”di navbera neteweyan de, têkilîyên dostane yên li ser bingeha wekhevîya mafên gelan û prensîba dahatûya xwe bi xwe avakirinê danîn û ji bo parastina aþtîya dinyayê tedbîrên guncan girtin.” (Þertnameya Yekîtîya Neteweyan, xal 1/2)

-Hemû gel xwedîyê mafê çarenûsîya xwe ne- Bi rêya vî mafî, gel dikarin statûya xwe bi serbestî tayin bikin û geþedanên aborî, civakî û siyasî bi serbestî bidomînin. (Peymana Navneteweyî ya Mafên Aborî, Civakî , Çandî, xal 1)

-Mafê ku Dîwana Dadê ya Navneteweyî di 22ê tirmeha 2010ê de ji bo Kosovayê wergirtibû, dikare ji bo Kurdistana Rojava jî bibe mînak. Lijneya Gelemper ya Neteweyên Yekbûyî serî li Dîwana Dadê ya Navneteweyî daye û xwestîye di derheqê Kosovayê de biryarek bê wergirtin.

Dîwana Dadê ya Navneteweyî di encama lêkolînê de biryar daye ku îlankirina serxwebûna Kosovayê li gor normên hiqûqa navneteweyî ye. ”Mafê çarenûsîyê ji alîyê hemû gelan ve dikare bê bi kar anîn.”

”..Dema di nav dewleteke avakirî de li dijraberî hiqûqa þer hêz bê bi kar anîn, di rewþa binpêkirina normên hiqûqa navneteweyî de, mafê çarenûsîyê heye ”.

Li dijraberî ramana Neteweyên Yekbûyî, 6 dewletan dengên red, 78 dewletan dengên pejirînê, 75 dewletan jî dengên bêlayen dan.

Kurtasîya Ramana Yekitîya Neteweyan:

”Îlankirina serxwebûnê ya Kosovayê li gor hiqûqa navneteweyî guncan e. Hiqûqa navneteweyî îlankirina serxwebûnê qedexe nake.”

”Sedemên li dereqanûn ên ji bo îlankirina serxwebûnê tê niþandan, ne sedema ku îlankirina serxwebûna yekalî ye, lê bikaranîna hêza dereqanûn an jî bi awayekî giran binpêkirina normên gelemper ên hiqûqa navneteweyî, bi taybetî jî binpêkirina normên fermandar ên hiqûqa navneteweyî (jus cogens) ne.”

Ji ber ku hêz û erkeke kiryarê tuneye, normên hiqûqa navneteweyî wek biryarên pend (tawsiye) tê pejirandin. Destûra bîngehîn a hiqûqa navneteweyî ”dilsozîya bi peymanê û guncanîya bi exleqê” ye. Li gor destûrê tê pejirandin ku biryarên Dîwana Dadê ya Navneteweyî ji bo her dewletê girêdar e. Amerîkayê jî biryarên ku Dîwana Dadgeha Navneteweyî li dijî wê wergirtîye, bi cih anîye.

Wekî ku tê ditîn ji bo Kurdistana Rojava li pêþîya îlankirina serxwebûnê li gor hiqûqa navneteweyî tu asteng tune.

Lê di vîna sîyasî ya kurdî de kêmasîyên cîdî û kêmasîyên zanyarîyê hene. PYD heta niha bi vegotinên nedîtbar ji daxwaza ”em demokrasîyê dixwazin” wêdetir daxûyanîyeke cîdî û berbiçav venegotîye.

Rêveberê TEW-DEM û endamê Konseya Bilind a Kurd, Þeyxo: ”Erdnîgarîya kurdên Sûrîyeyê 3 parçe ye. Li ser erdnîgareke ewqas biçûk kurd bûne 3 parçe, di rewþeke wisa de wê Kurdistaneke çawa ava be? Cedîd ereb e. Dû re Kobanî tê û dû re dîsa herêma ereb Cerablûs Azaz û dû re Efrîn tê. Mantiq vê yekê napejirîne” dibêje.

Þêyxo vegotina serxwebûnê bêmantiqî dibine, lê ew bi xwe jî ji bo Kurdistana Rojava tu statûyê pêþniyaz nake!

Mafekî meþrû encax bi parastinê jiyandar dibe, didome. Ger nûnerên kurd li derveyî vê rastîyê siyasetê bimeþînin wê bi demên dirêj ji alîyê girseyan neyên pejirandin.

Di Serdema Me de Dewleta Serbixwe

Di damezirîna dewletê de tiþtê ku dîyarker e, guncanîtîya li gor normên hevdem e. Polîtîkayên konjonkturî di pêvajoya damezirîna dewletê de ne diyarker in, bes bandorker in.

Dema hin ramangêr di derheqê Kurdistana Rojava de van daxûyanîyan vedibêjin ”di serî de Amerîka, tu hêzên mezin yên dinyayê di derheqê vê çarçoveyê de daxûyanîyek nedaye. Lewre ji bo Kurdistana Rojava lihevhatineke navneteweyî jî tuneye.”

Li gor qinyata min di warê jihevqetindana demê de pirsgirêka van ramangeran heye. Halê ku tê jiyan û pêvajoya rewþê ji hev cihê îfade dike. Di vê deme de Kurdistana Rojava nikare serxwebûnê îlan bike. Mercên vê yekê tuneye. Lê di nav pêvajoyê de mirov dikare mercên vê yekê pêk bîne û dê bê pêkanîn jî. Geþedan di vê çarçoveyê de rûdidin.

Pêvajoya kûreyî hevdemeke wisa îfade dike ku di warê herikîna mal û zanîstîyê de tevgera mirovan tu sînorê nas nake. Taybetmendîya vê pêvajoyê ya herî dîyarker êdî neman û tunebûna derve ye. Sînor bihurbar, mal û zanistî herikbar, mirov di nav tevgereke bêtixûb de ye.

Kirdeyên çalakvan ên vê pêvajoyê þîrketên pirneteweyî, mezringên navneteweyî û tevgerên civata sivîl yên kûreyî ne. Ev kirde di heman demê de bi wateya klasîk gef li netewe dewletê û serdestîyê dixwin.

Kirde û felsefeya hevdema kûreyî, herikîna mal û tevgera mirov, sînor û xeta sor nas nake. Pêvajoya kûreyî, li gor rêbaza ewleyî ji herêmê tê bidestxistin, bi dewlet û rêxistinên wek dewletê re zêdetir hewcedarîya wê heye. Ramana sazûmana kûreyî netewe dewletan ji holê radike, ramaneke çewt e. Sedema ev ramana çewt tevlihevkirina wesfa dewletê û diyardeya dewletê ye.

Rewþa Konjonkturî

-Di vê pêvajoya ku zagonên objektîf yên serdema me diafirin, aktoren pêvajoyê jî þiklekî nû didin dinyayê û ji bo ewleyîya kûreyê biafirînin hewcedarîya enerjîyê bingeh digirin. Her çiqas nakokî û þer hebin jî bi wateya gelemperî dijberî tune, ahengî heye.

-Ji bo ewlekarîya kûreyê bidestxistina herêmî û ji civatên herêmî re hîn zêdetir maf û desthelatî dayin, hem hêsan û hem jî bê xetere ye. Van 20 salên dawî, tiþtên ku li Sovyetê, Balkanan û îro jî li Rojhilatê Navîn diqewimin ev in.

-Kanên enerjîyê bisînor in û li hin herêmên diyarker zêde ne. Dixwazin li van herêmên ku kanên enerjîyê lê zêde ne astengîyên li pêþîya herikîna malê ji holê rakin.

Ji bo ku mirov têbigihîje siyeseta enerjîyê ya aktorên kureyî çi ye, wê pêvajoyeke çawa bimeþîne divê mirov wek mînak li Projeya Xeta Borîyê ya Nabucca binêre. Ev proje daneyên girîng pêþkeþ dike. Lewre 20 salên dawî li gor Peymana Nabuccoyê dê ji komarên tirkî bi rêya Tirkîyeyê gaza xwezayê biherikandina Ewropayê. Bi vê peymanê serdestiya Rûsya û Îranê ya li ser kanên enerjîyê dê bihata sînor kirin. Lê reqabeta di navbera aktorên kûreyî li ber pêþketina vê projeyê bû asteng. Li gor gelek hûrnêran (analîst) bi armanca ku nefta Kurdistana Baþûr û Rojava biherikînin Deryaya Spî, Projeya Xeta Borî ya Nebucco dê bi organîzekirineke nû bixin rojevê. Bi vî awayî dê Kurdistana Rojava û Baþûr bikin yek, neft û gaz dê bi vê xeta borîyê ji xeta Kerkûk, Mûsil, Qamiþlo, Kobanî û Efrînê bigihîje Derya Spî.

Di Rêya Serxwebûnê de Projeyek

Her tiþt di ramanê de diqede!

Konseya Bilind a Kurdistana Rojava divê xwe wek yekane sazîya destûrmend û meþrû ya dewleta serbixwe bibine. Ji bo vê yekê temînata 3 partîyên mezin (PKK, PDK, YNK) û temînata serokên partîyan pêwîst e.

A-Projeya Hiqûqê

Projeya hiqûqê, hiqûqa navneteweyî, hiqûqa dewletan, hiqûqa navxweyî û pirsgirêkên aborî werdigirê nav xwe.

Konseya Bilind a Kurd divê komîsyoneke hiqûqê ya bi xwe ve girêdayî bidamezrîne. Endamên vê komîsyonê divê ji akademîsyenên li gel kurdî bi kêmasî zimanekî duyem heta yê sêyem dizanin, pêk were. Di destpêkê de ji bo her beþî hejmareke ji 1-3 bes e. Ev komîsyon paþê dikarin li jêra xwe komîsyonan pêk bînin û bernameya xebatê amade bikin.

Projeya hiqûqê, mijarên hiqûqa navneteweyî, hiqûqa dewletan û hiqûqa zagona bingehîn werdigire nav xwe. Ji bo her beþî divê komîsyonên jêrê bên ava kirin. Komîsyon li gor mijarên xwe lêkolînan dike. Divê her komîsyon encamên van lêkolînan li gor mercên Kurdistana Rojava þîrove bike û encamên ku bi dest xistine wek rapor pêþkeþî Konseya Bilind a Kurd bike. Konseya Bilind a Kurd van agahdarîyan li gor mercên rojane þîrove dike, encamên polîtîk tespit dike û di vê çarçoveyê de daxuyanîyan vedibêje, xebatên polîtîk û dîplomatîk dimeþîne.

a-Komisyona Hiqûqa Navneteweyî û Hiqûqa Dewletan xebatên xwe bi bernameyeke ji alî demê ve hatîye sînorkirin, dimeþîne û raporan amade dike. Dibe ziman, çav û mêjîyê Konseya Bilind a Kurd. Komîsyan di wargehên Yekitîya Neteweyan, Yekitîya Ewropa, Rûsya, Çîn û li dewletên ku pêwîst bê ditîn xebatan dimeþîne. Di derheqê xebatên pêwistîya wan hebe, Konseya Bilind agahdar dike. Konsey di vê çarçovê de bernameyeke xebatê amade dike û dikeve nav hewldanan.

b-Hiqûqa Navxweyî

Mafê girseyan heye ku bizanibin çi maf e çi qedexe ye. Bênormî, tê wateya rapêçkirina vî mafî. Konseya Bilind a Kurd ji bo ku rê nede tevlihevîyan bi lez û bez komîsyonekê ava dike da ku normên bîngehîn ên civakî pêk bînin. Divê di demeke pir kin de zagoneke bîngehîn a miweqet bê çêkirin, bi civîneke berfireh a Konseya Bilind a Kurd pêþenivîsara zagona bingehîn ji bo gengeþîyê tê pêþkêþ kirin, bi pejirîneke gelemperî dikeve meriyetê. Ev komîsyon di pêvajoyên pêþ de li gor statûya hiqûqî ya Kurdistana Rojava teksteke zagona bingehîn amade dike û pêþkeþî raya gel dike. Ev xebat li hundirê welat hizûr û aramîyê temîn dike, di warê siyaset û dîplomasîya navneteweyî de jî roleke girîng a bawerdayînê dîlîze.

c-Darayî;

Dê dest bê danîn ser mezringe û dezgehên aborî yên di kontrola hikumeta Sûrîyeyê de ne. Ji bo birêvebirina van mezringeyan û bikaranîna hatinîyên wan dê talîmnameyek bê amadekirin. Qezenc û hatinîyên van mezringe û dezgehan dê di her rewþê de li cihekî navendî bê berhevkirin. Dê budçeyên hemî sazî û mezringeyan di vê çarçovê de bê tesbîtkirin. Hewcedarîyên ku Konseya Bilind pêwîst dibîne li gor rêza xwe sîyaseta aborîyê dîyar dike.

Mijara aramîyê raste rast girêdayîyê darayî ye û nikare bê taloqkirin. Hewcedarîyên jiyanî ya civakê û sewîyeya jiyanê hêmana bingehên aramîyê ye.

Divê navenda komîsyonan li Kurdistana Rojava be û xebatkarên komîsyonan jî kesên dildar bin. Encax ev komîsyan dikarin li derveyî welat buroyan vekin.

Xebata van komîsyonan bi demane dê bi Kongreya Neteweyî an jî bi konferanseke neteweyî re bê yekkirin û ji bo stratejîyeke neteweyî zemîn bê amadekirin.

B-Projeya Parastin

Þer lîstîkeke bi rîsk û qumareke kujende ye. Ji sedema coþî û tirsa mezin a di nav þer de pêk tê, li ser mirov û civakên di nav þer de ne, tesîra xêvikîyê çêdibe. Ji ber vê sedemê di bin gefxwarina êrîþê de û ji sedema refleksên li dijraberê vê êrîþê pirî car rastîyên berbiçav ne objektif, subjektîf têgihîþtin.

Stratejîyên parastinê li gor rewþa camidî (nesnel) û li gor mêzêna hêza hêzên biçek tê amadekirin. Çewtî û þaþîyeke din a þer jî wek mînaka ”masîyê mezin masîyê biçûk dixwe” bawerîya di þer de her tim yên bi hêz qezenc dikin e. Lê di rastîyê de hal ev e ku di þer de her tim hêzên ji alîyê teknîkî û leþkerî bi hêz in, qezenc nakin. Hêzên ji alîyê stratejî, taktîk û moral ve bi hêz bin, qezenc dikin.

Divê li Kurdistana Rojava sîyaseta þernekirin û bêpevçûnê were þopandin. Lê divê ji bo pevçûn û þer jî her dem amade bin.

Di þer dehevkarî, biryardarîya dijmin a êrîþê diþkîne. Ji ber vê yeke divê gerînendeya Kurdistana Rojava têgeha xwe ya hevkarîyê derxe merheleyeke stratejîk. Li Sûrîyeyê ermenî, asûrî, elewî, nestûrî û tirkmen hene. El-Qaîde û mislimanên sunî yên li hêzên mixalif kindar in hene. Divê kurd bi van hêzan re hevkarîyê bikin, li rêya hevkarîyê bigerin.

Kurdistana Rojava teqez di bin gefxwarina êrîþa rejîma Baas û mixalefeta Sûrîyeyê de ye, bi gefxwarinên gengaz a Tirkîye û Îranê re jî rûbirû ye. Dema ku stratejîya parastinê tê pêk anîn divê pozîsyona hêzên êrîþkar ji hev cûda bê nirxandin.

Di cengê de biserketin an jî têkçûn bûyereke yekser bi amadeyîyên berî þer û afirînerîya taktîkê ve girêdayî ye. Stratejîyên parastinê bi bingeh girtina erdnîgar, teknîk, wesf û taybetmendîyên þervanan tên çêkirin.

1-Siyaseta aramî û neþerkirinê ya siyaseta Kurdistana Rojava heta niha didomîne metodeke rast e. Lê divê ev yeka li gor hin hêman û armanca dahatûyê bigihîje feraseteke nû. Rejîma Baas ne tenê rejîmeke leþkerî û polîsî ye, di heman demê de sîstemeke xwedîyê paldankên sosyal e jî. Divê paldankên sosyal yên vê sîstemê bên lêkolînkirin û li gor van lêkolînan xalên pevçûn û hevkarîyê bên destniþankirin.

11- Teqez e ku mixelefeta Sûrîyeyê ne dostê kurdan e. Kurdbûna serokê Konseya Netewî ya Sûrîyeyê Ebdubasit Seyda wek þansekê dikare bê nirxandin. Divê têkilî di vê çarçoveyê de bê pêþvebirin û rê li ber êrîþên mixelefeta Sûrîyeyê bê girtin. Divê ku ev têkilî û daneberizîn di pêvajoyê de bigihîje hevkarîyeke stratejîk.

111- Di derheqê Tirkîyeyê de daxuyanîyên Konseya Bilind a Kurd erênî ne. Ji Tirkîyeyê re dikare ewleyî bê dayîn da ku Kurdistana Rojava ji bo wan ne gefxwarin e, bi vî awayî dikare rê li ber êrîþên Tirkîyeyê bê girtin. Lê divê li gel vê yekê bê hesibandin ku Tirkîye her dem dikare êrîþî Kurdistana Rojava bike û li gor vê rastîyê di qada navneteweyî de xebatên dîplomasîyê bênavber bidomin. Her tiþt bi demê ve girêdayî ye. Divê kurd têbigihîjin ku qezenckirina demê bidestxistina statûyê ye.

1V- Rewþa Îranê gelek tevlihev e. Têkilîya ku bi rejîma Baasê re bê lidarxistin, dê tesîr bi têkilîyên Îranê re jî bike.

V- Herêma ewleyî ku tê xwestin di bin sîwana Yekitîya Ewropa, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Yekitîya Neteweyan de bê avakirin, dikare ji bo kurdan hem bi feyde hem jî bi zerar be. Ji ber vê yekê di destpêkê de li dij derketin an jî pejirandin helwesteke çewt e. Divê vatinî û erkên leþkerên herêmên ewleyî bi berfirehî bê nirxandin û li gor vê yekê helwestek bê destniþankirin.

V1- Hemû ev mijarên ku me behsa wan kir têkîlîyên sîyasetê yên bi þer ve girêdayî îfade dikin. Li dij van rastîyan ger þer were ber derî!

Þer berberîyek polîtîk e, li ser perçeyek erdê bi alavên þer tê meþandin. Ji ber vê yeke ger kurdên Kurdistana Rojava mecbûrî þer bibin, divê stratejîyeke wisa biþopînin ku þer ne li ser axa wan, li ser axa dijmin pêk were.

Divê îstixbarata wan bi hêz be. Divê dijmin di pêvajoya êrîþê de bê tesbîtkirin, di merheleya amadeyîyê de bê têkbirin û hewesa wan a êrîþkerîyê bê þkestin.

Di rewþa ku qada þer teng be, erdnîgara welat, erd û alavên þer girîng dibin. Di rewþên wisa de serdestîya li ser erdê þer û bi çalakî bikaranîna alavên þer encama cengê tayîn dike.

Ji bilî Efrînê hemû axa Kurdistana Rojava deþt e. Parastina vê axê li gor þerê gerîla yê klasîk ku bi bingeha nepenîyê dimeþe gelek dijwar e. Lê bê îmkan jî nîne.

Divê kurd bêyî ku dem derbas be li ser vî erdî kendan bikolin, kelehan ava bikin û lîtavan pêk bînin. Divê têgeyên kend, keleh û lîtav bi wateya klasîk neyên fehmkirin. Li gor teknîka þer ya serdema me wek têgeyên berfireh û nedîtbar bên fehm kirin.

Serdestîya li ser gelhê encax bi serdestîya li ser erdnîgarê gengaz e, ji ber vê yeke jî stratejî û taktîk serdestîya erdnîgarê bingeh digire. Serdestîya erdnîgarê jî bi tedbîrên pêþgir pêþ ve diçe. Qesta ji tedbîrên pêþgir nederbasbûyîna erdnîgarê ye.


(1) wikipedia.org/wiki/Sykes-Picot_Anlasmasi
(2) http://tr.wikipedia.org/wiki/Sevr_Antla%C5%9Fmas%4%B1
(3) (http://eu.kurdistan-post.eu/yazarlar/yetishen/3813-ehmed-ali-dle-sgyleeitgrkge-kurdi-hglyyetie en.html)
(4) http://web.deu.edu.tr/hukuk/dergiler/dergi8-1/pdf/karakoc4.pdf
(5) http://harvardlawreview.org/issues/122/may09/goldsmith_levinson.pdf

*Hüseyin Turhalli, di sala 1961ê de li navçeya Gêncê ya Çewlikê hatiye dinê. Perwerdahîya xwe ya seretayî, navîn û bilind li Diyarbekirê qedandiye. Di sala 1991ê de piþtî revandin û qetilkirina serokê HEPê yê þaxê Amedê Vedat Aydin heman wezîfe hilgirt ser milên xwe. Piþtî êrîþên kontrayî û pêlên dozên ku dewleta tirk li hember wî vekirin derket derveyî welêt. Demekê li Kurdistana Rojava û di zindanên wê de ma. Dûre tevlî gêrîllayan bû û demeke dirêj di nav pratîkê de ma. Du pirtûkên wî û bi sedan makaleyên wî hatine weþandin. Parêzerî, siyasetvanî û fermandarîya gêrîlla kiriye. Niha li Fransayê dijî.

Wergera ji tirkî: Nedîm Baran
Redaksiyon: Mahmûd Lewendî
Kurdistan Post

Ek.Tarihi Tue Oct 09, 2012 10:00 am Gön: Oezer

Yorumlar yazarlarýna aittir. Ýçeriklerinden biz sorumlu deðiliz.

Anonim kullanýcý yorum yazamaz, lütfen kayýt olun
 
Ýlgili Baðlantýlar
· Daha fazla Kurdi
· Haber gönderen Oezer


En çok okunan haber: Kurdi:


Haber Puanlama
Ortalama Puan: 0
Toplam Oy: 0

Lütfen bu haberi puanlamak için bir saniyenizi ayýrýn:

Mükemmel
Çok Ýyi
Ýyi
Ýdare Eder
Kötü


Seçenekler

 Yazdýrýlabilir Sayfa Yazdýrýlabilir Sayfa

 Bu Haberi Arkadaþýna Gönder Bu Haberi Arkadaþýna Gönder





Bu Site Ali Usta tarafýndan yapýlmýþtýr.


>Powered by Nuke-Evolution