Anasayfa > Günün Haberleri > Sitene ekle > Arşiv > İletişim > Künye > Reklâm
__________________________________________________________________________________________
Güncel -
Spor - Siyaset - Ekonomi - Medya - Polemik - Dünya - Teknoloji - Sağlık –Kültür Sanat- Eğitim – Röportaj – Reklâmlar

   Üyemiz Değilseniz! Tıklayın   YENİ HABER, NÛÇA NÛ (14) HER BÎJI KURDİSTAN   Dr.İsmail Beşikci:Dağ Kavmi-II-10..06.2018   YENİ HABER, NÛÇA NÛ (13) HER BÎJI KURDİSTAN   İBRAHİM GÜÇLÜ- 09.06.2018   YENİ HABER, NÛÇA NÛ (10) HER BÎJI KURDİSTAN   HDP ÜZERİNE!   YENİ HABER, NÛÇA NÛ (10) HER BÎJI KURDİSTAN   Mim Yavuz Binbay:SLOGAN, HAMASET VE KARŞITLIK SİYASETMİDİR?-05..06.2018   YENİ HABER, NÛÇA NÛ (10) HER BÎJI KURDİSTAN   YENİ HABER, NÛÇA NÛ (11) HER BÎJI KURDİSTAN
Onur Yazarımız

Konuk Yazarlar

Ana Menü
 
Ana SayfaAna Sayfa
    Ana Sayfa

    Konu Başlıkları
    Haber Gönder
    Haberler
Diğer Başlıklar
    Evo UserBlock
    Yazarlar
    Site Haritası
    Haber Arşivi
    Yönetici Notu
    Reviews
    Tavsiye Et
    NukeSentinel
    İletişim Formu
    Sorularınız
Üyeler
    Üye Bilgileri
    Üye Hesabınız
    Üye Listesi
    Üye Grupları
    Özel Mesaj
Birlikte
    Forumlar
    Destekleyenler
    Anket
    Arama
Sayfa İstatistikleri
    Top 10
    İstatistikler
Linkler
    Yararlı Programlar
    Web Siteleri

Arama
 



Bağış - Reklam
Sitemizin yaşaması ve daha iyi bir içerikle yayın hayatına devam etmesi için reklam ve bağışlarınıza ihtiyacımız var. Lütfen Buraya Tıklayarak bizimle ilişkiye geçin... Şimdiden teşekkür ederiz....

Top 10 Links
 

Günün Haberi
 
Bu gün için henüz önemli bir haber yok.

 
Kürtçe

Wek 30-40 sal berê, niha jî Amerika û Ewropî şaşiyan dikin. Dixwestin bi kemberek îslamî Yekitiya Sovyetan dorpeç bikin û bifetisînin. Bona vê jî tovên hêzên siyasî ya îslamî çandin, hêz dan wan û mezin kirin. Niha ev deh sale ku ji destên El Qaide û Taliban terorizmê diçînin. Ber ku hêzên îslamî yên tund û tûj wek El Qaide û Taliban bûn belayê serê Amerika û hevkarên wê, niha jî dixwazin pêşiya wan bi hêzên îslamî yên 'ligth-nerm' bigrin. Lê ne mûmkîn e.

Salek berê ba û bagerek ji Tunisê rabû, paşê derbasî Misir, Libya û Yemenê bû û niha jî gihîşt sînor û qeraxên Kurdistanê. Û ûsa sedsala tevgera Birayên Misilman jî destpêkir. Tunis, Fas, Misir, Libya û Yemen ji niha de ketin bin destên hêzên îslamî, tevgera Birayên Misilman, an jî yên wek wan. Ma Sûriyê û niha avê serê wê jî dikele. Ne dûre ku rejima Baas a Sûriyeyê hilweşe û li cihê wê Birayên Bisilman bibin desthilatdar.

Em ê çi bikin?
Helwesta me Kurdan wê çi bibe? Em dikarin çi bi destxin?

Tirkiyê ku dibê 'pirsa Kurd nîn e û Kurdî ne zimanekî medeniyetê ye', hamî û piştgirê hêzên îslami yên Sûriyê ye. Tirkiyê komên çekdar perwerde dike, wan derbasî Sûriyeyê dike, rêxistina Ihvanî Mislûmîn dihewîne û bi her awayî alikariya wan dike.

Sûriye firsendek mezin e ji bo Kurdan. Ne tenê bo Kurdên rojavayê Kurdistanê, her ûsa bo hemû perçeyên Kurdistanê. Kurd li Sûriyeyê ev 60 salin ku rêxistin bûne, partî û sazî avakirine. Niha jî ev 30 sale ku PKK di nav Kurdên Rojava de cihê xwe qehim kiriye. Bi hezaran keç û xortên Rojava çûn li Bakûr, Rojhilat û Başûr canê xwe dan, bûn cangoriyên gel û welatê xwe.

Em hemû jî dizanin ku niha du-sê hêzên sereke li hemû perçeyên Kurdistanê bi tesîr in. Hinek ji aliyê manevî de, rûhî de, hinek ji alî fîzîkî û zêdebûne heval û hogirên xwe ve. Ev jî Partî Demokratî Kurdistan (PDK), Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) ne. Ger ev hêz li ser konsept û stratejiyeke hevbeş siyasetê bikin yek, wê gûhertinên mezin li hemû perçeyên Kurdistanê çêbin. Hevkariya ev her sê hêzên mezin û ya Partî/Hizba Demokrat a Kurdistana Îran teminata Kurdistanê ye.

Li ser Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê gelek hêzên navnetewî û cîranên Kurdistanê di nav hewldanan de ne. Me behsa Tirkiyeyê kir. Kî dikare bêje ku plan û programên Îran û Iraqê tûne ne, ev têkildar nîn in? Amerika (DYA), Yekitiya Ewropa, Rusya û Çîn di nav wan çend mehên dawî de li ser çi dişêwirin? Ma hewldanên Fransa, Almanya û Îngîlîstanê ji bo çi ne? Çima rola Misir, ku hêna leşkerê Mubarek desthilatdar e, ewqas zêde ye? Erêbîstana Siudî, Qatar û yên din hewce nake ku meriv bi nav bike. Dema ku Kurd bi dengekî hevbeş dernekevin pêşberî rayagiştî û daxwazên xwe ji bo rojavayê Kurdistanê nekin yek, wê ew hêzên mezin; DYA û yên din qet tiştek jî nadin Kurdan. Sed sal berê jî ûsa bû, wê êsta jî wer be.

Teminata rojavayê Kurdistanê bere û cepheyek netewî ye. Ev çend roj in ku hemû rêxistin û partiyên Kurdan hatine ba hev. Ev baş e, pewîste hemû Kurdên welatparêz piştgiriya wan bikin. Ger ev biryar ûsa bîmine û bereyek bi rêk û pêk avabe, wê Kurd li ser welatê xwe serwer û desthilatdar bin.

Ger di sala 1991'an de Bereyê Kurdistanê nebûya, başûrê Kurdistanê diket destên partiyên Kurd? Kurd dîsa şûrên xwe dijî hev nedikişandin û bo desthilatdariyê şerê hev nedikirin?

Bere û Eniya Kurdistanê jî hebû, lê dîsa jî di şeva hilbijartina 19'ê Gulana 1992'an her du hêzên sereke yên başûrê Kurdistan ketin nav sengeran. Ger Bereya Kurdistanê û Amerikî nebûna, şerê birakûjîyê di heman şevê de derdiket. Paşê Bereya Kurdistan belavbû û şerê birakûjiyê dû sal şunde di 1994'an de destpêkir.

Bona ku em ji ezmûne û tecrûbeyên xwe û ya cihanê dersan derxin û şaşitiyên bingehîn nekin, pêwistiya me niha li rojavayê Kurdistanê bi bereyek, eniyek netewî heye. Ev teminata Kurdistanê ye. Ev garantiya gelê Kurd e. Ev riya neyarên Kurdistanê digre.

Di siyasetê de ger dem û konjuktûr li hev nehatîbe, yek û yek nakin didû. Lê ger dem hatibe, ji yek û yek dibe deh û hên zêde jî.

Dema ev bere û enî avabû, pêwiste hêzên mezin û sereke ji xwe bawer û dûrbîn bin, xwediyê vîzyonek netewî bin û hewlbidin ku rêxistin û hêzên biçûk, ronakbîr û şexsiyetên Kurd jî rola xwe bilêyizînin. Derûdorê me bi gûran ve hatiye dorpeçkirin.

Di nav bereyek, eniyek ûsa de pêwiste balansek jî hebe. Ger topiz û gurza qantarê ber bi aliyekî ve bikîşîne, nabe. Lê dema qala balansê jî tê kirin, dîsa beşdariya hêzan li gor quweta wan be, yanî adil be. Aliyê din de ev bere û enî pêwiste bernameya xwe bo pênc an jî deh salên peş me bike û wek cepheyên netewî ku piştî rûxandina rejimên koledar li Afrika hatine ser hûkim, bixebite. Destxistina statûyek navnetewî bo rojavayê Kurdistan wê tesira xwe li hemû parçeyên Kurdistanê jî bike. Û dibe ku vê carê Bihara Kurdistanê ji rojava destpêbike û pel bi pel belav bibe. Ger em nebin yek, ew firsenda ku hatiya pêş me, wê ji dest me bireve û em ê vê carê jî bibin koleyên 'birayên' misilman!
Memo Şahin
msahin1@web.de

01) -23.02.2012

Ek.Tarihi Thu Feb 23, 2012 10:00 am Gön: Oezer

Yorumlar yazarlarına aittir. İçeriklerinden biz sorumlu değiliz.

Anonim kullanıcı yorum yazamaz, lütfen kayıt olun
 
İlgili Bağlantılar
· Daha fazla Kürtçe
· Haber gönderen Oezer


En çok okunan haber: Kürtçe:


Haber Puanlama
Ortalama Puan: 0
Toplam Oy: 0

Lütfen bu haberi puanlamak için bir saniyenizi ayırın:

Mükemmel
Çok İyi
İyi
İdare Eder
Kötü


Seçenekler

 Yazdırılabilir Sayfa Yazdırılabilir Sayfa

 Bu Haberi Arkadaşına Gönder Bu Haberi Arkadaşına Gönder





Bu Site Ali Usta tarafından yapılmıştır.


>Powered by Nuke-Evolution